Nivîskar û rojnamegerê misrî: Mayîna PKK`ê di "lîsteya terorê" de sûcekî dermirovî ye

Nivîskar û rojnamegerê misirî Seyid Ebdulfetah da zanîn ku PKK’ê nirx û rêgezên mirovahiyê pêk tîne û mayîna wê di "lîsteya terorê" de sûcekî li dijî Kurd û gelên herêmê ye. Her wiha bang li gelê Ereb kir ku parastina gelê Kurd û mafên wê yên rewa bikin.

Nivîskar û rojnamegerê misrî:  Mayîna PKK`ê di "lîsteya terorê" de sûcekî dermirovî ye
19 ÇILE, 2022   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Li gorî berjewendiyên dewleta Tirk, DYA û YE’yê PKK’ê xist "lîsteya terorê". Ji bo wê gelê Kurd û dostên wê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê gelek pêngav û însiyatîfên ji bo derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" dest pê kirin.

Nivîskar û rojnamegerê misirî Seyid Ebdulfetah ê ku serdana Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye û gelek lêpirsînên rojnamegerî li ser têkoşîna PKK’ê û rola wê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne, ji ajansa me re têkildarî siyaseta DYA û YE’yê ya li hember PKK’ê û gelê Kurd bi giştî axivî û wiha got: "Her tim ez vê siyaseta ji aliyên DYA û YE’yê wesif dikim ku dualîteya pîvanên wan e û rûyê rasteqîn ê wan eşkere dike."

‛RÛYÊ RASTEQÎN Ê DYA Û YE’YÊ’

Ebdulfetah destnişan kir ku DYA û YE’yê xwe wiha nîşan didin ku ew  piştgir, piştevan û parêzvanên mafên mirovan û azadiya wan e ku bi wê re xwe mafdar dibînin ku destwerdanê li karûbarên welatên din bikin bi taybet li herêmên Rojhilata Navîn. Lê rûyê wan ê rast berovajî wê wê yekê ye. Ebdulfetah wiha pê de çû: "Mînaka rûyê wan hêzan a rast ew e ku Tevgera PKK’ê ku têkoşîneke rewa ji bo parastina mafên gelên bindest dimeşîne, lê ew xistine "lîsteya terorê". Lê mixabin ew piştevaniya tevger, hêz û şepêlên terorîst dikin û wan ji bo xerabkirina istîqrar û ewlehiya li welatên wan bi kar tînin û bi ser de jî navên hêzên rizgariyê yan jî neteweyiyê li wan rêxistinên terorîst dikin. PKK’ê ku ne tenê ji bo mafên gelê Kurd, lê belê ji bo mafên gelên herêmê û cîhanê têdikoşe, nirx û rêgezên mirovahiyê pêk tîne, wê wekî teror bi nav dikin û têkoşerên wê jî wekî terorîst bi nav dikin. Bi nêrîna min ev yek dualîteya pîvanan e û nîşaneya herî mezin a rûyê kirêt û hov a wan hêzan e."

‛JI DOZA XWE YA MIROVAHÎ RE WEFEDAR IN’

Ebdulfetah bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û ev tişt anî ziman: "Weke kesayet ji min re şerefek bû ku serdana çiyayên Qendîlê bikim û bi gelek têkoşerên PKK’ê re bicivim, çi fermandarên siyasî û leşkerî bin û çi jî gerîlayên xort û jin bin. Min bi wan re jiyan kir, li ser têkoşîn û armancên wan sekinîm, her wiha li ser wefedarî û baweriya wan bi doza wan a mirovahî, li ser parastina nirxên mirovahî û exalqî sekinîm. Min gelek gerîlayên PKK’ê yên ji hemû netewe û nasnameyan dîtin. Ev yek jî nîşaneya mezin a mirovbûna vî partiyî û rêgezên wê ye ku hişt ew gerîla bandor bibin û tev li têkoşînê bibin."

Ebdulfetah destnîşan kir ku mirovbûna PKK’ê di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jî derket holê û ev tişt xuya kir: "Mirovbûna vî partiyî bi awayekî mezin di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de jî eşkere bû. Dema gerîlayên vî partiyî tavilê xwe gihandin şêniyên Şengalê ku rastî sûcên çeteyên DAIŞ’ê hatine û rizgar kirin. Ma gengaz e ev sîfeta terorîstê li van bikin û wan hevrûyî terorîstên rêxistina DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst ên din li Sûriyê û Iraqê bikin. Bê guman ev nîşaneyeke nû û ya mezin a dualîsteya pîvanên DYA û YE’yê ye."

‛MAYÎNA PKK’Ê DI "LÎSTEYA TERORÊ" DE SÛCEKÎ LI DIJÎ GELÊ KURD Û GELÊN HERÊMÊ YE’

Têkildarî mijarê Ebdulfetah wiha axivî: "Girêdayî derxistina navê PKK’ê ji "lîstya terorê" divê ew kesên ku ev partî xiste wê lîsteyê jê derxînin. Ji ber ku bi nêrîna min hîştina PKK di "lîsteya terorê" de berdewama sûcên li dijî vê partiya ku ji bo mirovahiyê têdikoşe ye û berdewama sûcên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê ye ku ev partî ji bo wan têdikoşe. Ji aliyên ku ev partî xistine"lîsteya terorê" tê xwestin ku ji bo çewtî û sûca xwe sererast bikin, divê yekser navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" derxin."

Seyid Ebdulfetah bal kişand ser bandorên mayîna PKK’ê di "lîsteya terorê" de û ev tişt nirxand. "Mayîna PKK’ê di "lîsteya terorê" de bandorê li serkeftina têkoşîna gelê Kurd di oxira doza wî de dike, bi taybet wek tê gotin PKK’ê nûnertiya gelê Kurd û doza wî dike, her wiha nûnertiya gelên herêmê û dozên wan dike.

‛TIŞTÊ DEWLETA TIRK DIKE, DI WATEYA XWE YA HERÎ HÊSAN DE "TERORA" LI DIJÎ GELÊ KURD E’

Nivîskar û rojnamgerê misirî behsa siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kurdan û gelên Kurdistanê kir û behsa bikaranîna çekên kîmyewî û êrişên li dijî xaka wan, dagirkirin, koçberkirin û guhartina demokgrafîk kir û wiha anî ziman: "Bê guman tiştê ku dewleta Tirk û hikumetên beriya wê ji salan ve li dijî gelê Kurd kirine temamkirina sûcên dermirovî ne, ji qetilkirin û koçberkirinê bigire heta bikaranîna çekên kîmyewî, piştevaniya rêxistinên terorîst û guhartina demografîk . Ev hemû sûcên dewleta Tirk li pêşberî paşguhkirina civata navneteweyî pêk tên. Tiştê dewleta Tirk dike, di wateya xwe herî hêsan de "terora" li dijî gelê Kurd e. Divê civata navneteweyî li hemberê bisekine û li kêlek gelê Kurd be da ku mafên xwe distîne."

Ebdulfetah wiha gotina xwe berdewam kir: "Ez bi xwe li ser aliyên vê terora Tirkiyê ya li dijî gelê Kurd li Sûriyê, li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîm. Min gelek lêpirsînên rojnamegerî yên meydanî di şerê li dijî DAIŞ’ê li wan herêman de pêk anîn. Bi malbatên DAIŞ’ê re civiyam û li xwe mikur hatin ku dewleta Tirk ew perwerde, çek û fînanse kirine. Min gelek dosya û kaxizên bibelge yên leşkerên dewleta Tirk bi dest xistin ku tê de tê îsbatkirin ku wan li kêleka van rêxistinên terorîst şer kirine."

Ebdulfetah pêngavên herêmî û navneteweyî yên ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" pîroz kir û ev gotin kir: "Bê guman divê em spasiya kesên li ser vê yekê disekinin û banga van pêngavên birûmet dikin, bikin. Ev yek asta têkoşîn û nirxa ku PKK’ê daye nîşan dide. Her wiha nîşaneya projeya vê têkoşînê û projeya mafên gelê Kurd e."

‛JI GELÊ EREB Û PERGALÊN WÊ TÊ XWESTIN KU PARASTINA GELÊ KURD Û MAFÊN WÎ YÊN REWA BIKIN’

Nivîskar û rojnamegerê misirî Seyid Ebdulfetah da zanîn ku divê êdî civaka ereb ji bêdengiya xwe ya li hember maf û doza gelê Kurd derdikeve û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez texmîn dikim ku êdî civaka ereb ji bêdengiya li hember maf û dozên gelê Kurd derdikeve. Divê gelên Ereb hîn zêdetir Kurdan, têkoşîna wan û têkoşîna PKK’ê nas bike, ji ber ku dewleta Tirk bi salan li dijî gelê Kurd û PKK`ê propagandaya reşkirinê û derew dan meşandin û bi vê yekê gelê Ereb dixapand. Ez dibînim ku ji gelê Ereb bi rewşenbîr, çalakger û siyasetmedarên wî ve heta pergalên wî tê xwestin ku parastina gelê Kurd û mafên wî yên rewa bikin."

(fr)

ANHA