Casim El-Reyaş: Şêniyên Dêrazorê li dijî "lihevkirinan" ne

Hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş diyar kir ku şêniyên Dêrezorê "lihevkirinên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên çêkirin red dikin û got, armanca hikumeta Şamê ji van "Lihevkirinan" ew e ku sûcên xwe yên ku li dijî gel pêk anîne veşêre.

Casim El-Reyaş: Şêniyên Dêrazorê li dijî "lihevkirinan" ne
19 ÇILE, 2022   05:18
DÊRAZOR- ELÎ EREB

Têkildarî "lihevkirinên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên kirin, hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş ji ANHA'yê re axivî. El-Reyaş got, piştî zêdetirî deh salan ji şoreşa Sûriyê, "lihevkirinên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine çêkirin bêrêziyek li hemberî gelê Sûriyê ye.

El-Reyaş diyar kir ku şêniyên Dêrezorê bi hemû beş û pêkhateyên xwe, mezin û biçûkên xwe û bi rûspiyêm eşîrên xwe, "lihevkirinên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve têne çêkirin red dikin û xwepêşandanên ku ji aliyê gel ve tê lidarxistin delîlê vê yekê ye.       

El-Reyaş her wiha bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: " Dewleta Tirk di nava bêdengiya hikumeta Şamê û tevahî cîhanê de êrişî li ser Kobanê, Zirgan û Til Temirê pêk tîne ku di encamê de gelek welatî jiyana xwe ji dest dan."

Hevserokê Meclisa Sivîl a gundewarên rojavayê Dêrezorê Casim El-Reyaş destnîşan kir ku saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) tu helwesteke zelal têkildarî binpêkirinên ku 10 sal in li dijî gelê Sûriyê tê kirin, nîşan nedane."       

(dx)

ANHA