Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra: Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw e

Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra Heysem El-Ebdullah diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aloziyê Sûriyê re nimuneya çareseriyê ye û hêviyên gelê Sûriyê bi cih tîne.

Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra: Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw e
19 ÇILE, 2022   02:49
REQA –EHMED EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser a ku di sala 2014'an de li Cizîrê, Kobanê û Efrînê hate damezirandin û paşê berfireh bû û herêmên din di nav xwe de girt, ji tevahî sûriyan re bûye hêvî.

Gelek kes ji herêmên din dixwazin ku ev model li herêmên wan jî were pêkanîn ku tê de rêya xilasiya ji desthilatdar û aloziyan re dibîne.

Derbarê vê mijarê de, Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra, Heysem El-Ebdullah anî ziman ku hikumeta Şamê û komên çete sedemên berdewama aloziyê Sûriyê ne û wiha got: "Piştî çend rojên din aloziya Sûriyê dikeve saleke nû, azarên sûriyan hîna bedewam dikin. Ev gel nimuneya gelên têkoşer li Rojhilata Navîn e. Lê rastiya li ser erdê di navbera hikumeta stemkar a Şamê û opozisyona girêdayî derve de, mijara çaresernekirina aloziya Sûriyê di demeke nêzîk de ferz dike."

El-Ebdullah îşaret bi bandorên neyinî yên destwerdanên navneteweyî yên li Sûriyê kir û wiha got: "Hiştin ku Sûriyê bibe qada nakokiyên navneteweyî, bazarên siyasî, leşkerî û herêmî. Yê ku fatora vê yekê didin gelê Sûriyê ye.  Li aliyekî hikumeta Sûriyê biryarên wê di destê rûs û îraniyan de ye û li aliyekî din opozisyona Sûriyê girêdayî Tirkiyê. Destwerdanên li rewşa Sûriyê û negirtina biryarke sûrî hişt ku aloziya Sûriyê bigirêktir bibe. Her wiha bêcidiyeta dewletên têkildarî aloziyê û dirêjkirina wê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û dûrxistina projeyên demokratîk ku karibin çareseriyê pêk bînin, bûn sedem ku ev alozî  heta niha çareser nebe."

Heysem El-Ebdullah di nava axaftina xwe de got: "Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke demokratîk e, hemû pêkhat û rengan di nav xwe de digire. Rêveberiyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nêrîna xwe pêşkêş kir. Ev proje wekî nêrîneke nû li Rojhilata Navîn e û çareseriya herî guncaw ji aloziyê re ye. Projeya Rêveberiya Xweser hêvî û îradeya gelê Sûriyê nîşan dide, li hemberî rêxistina herî tundraw ku mirovahiyê nas kiriye, sekinî. Her wiha ji bo rizgarkirin û parastina yekitiya xaka Sûriyê gelek berdêl dan."

Hevserokê Meclisa Idlib El-Xedra Heysem El-Ebdullah di dawiyê de got: "Yên ku fedekariyan didin û tevahî pêkhateyên Sûriyê hembêz dike, mafên wan hene ku beşdarî çareserkirina aloziya Sûriyê bibin û ji pêvajoya bê ya Sûriya pêşerojê re pêşengtiyê bikin."

ANHA