​​​​​​​QSD: Hêzên me êrişî Cerablusê nekiriye, nûçeyên çeteyan derew in

QSD'ê got, nûçeyên ku çeteyên Tirkiyê parve kirine ku dibêjin şervanên QSD'ê êrişî Cerablusê kirine, ne rast in.

​​​​​​​QSD: Hêzên me êrişî Cerablusê nekiriye, nûçeyên çeteyan derew in
18 ÇILE, 2022   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên çeteyên Tirkiyê da ku dibêjin QSD'ê êriş biriye ser bajarê Cerablusê. QSD'ê diyar kir ku ev îdia derew in.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Malper û rûpelên ser bi komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ve nûçe belav kirin. Tê de dibêjin ku hêzên me derdora bajarê Cerablusê yê dagirkirî bi hawnan topbaran kirin. Ev nûçe derew in. Hêzên me bi tu awayan herêma navborî topbaran nekiriye."

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku armanc ji belavkirina van nûçeyên derew ew e ku raya giştî biaxpîne û nehêlin ku agahiyên rast derbarê bûyerên ku li herêmên dagirkirî  ji şerê navxweyî, qetlkirin, revandin xelkê û veşartina wan diqewimin de, bi dest bixin.

ANHA