Hesen Koçer: Heger em herêmên dagirkirî rizgar nekin wê Sûriyê were parçekirin

Hesen Koçer têkildarî siyasetên yekalî û redkirina diyalogan ji aliyê hikumeta Şamê ve hişyar da û got: "Li gel hebûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê, domandina van siyasetan wê bibe sedema parçekirina welat."

Hesen Koçer: Heger em herêmên dagirkirî rizgar nekin wê Sûriyê were parçekirin
19 ÇILE, 2022   00:40
REQA – XALID EL- CÛMA

Di 10 salên aloziya Sûriyê de hikumeta Şamê li ser rêbaza leşkerî bi israr e, qebûl nake ku diyalogan bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne. Vebijêrka leşkerî ji bilî wêranî, kuştin û koçberkirinê tiştekî din ji bo gelê Sûriyê re neanî.

Li gel hebûna dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê û niyetên wê yên qutkirina herêmên din ên Sûriyê, girîngiya lihevkirineke niştimanî derdikeve pêş  ku dawî li dagirkeriyê werîne û Sûriyê ji parçekirinê dûr bixîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka ku hatiye damezirandin ve banga diyalgan li aliyê sûrî dike. Lê hikumeta Şamê red dike.

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ANHA'yê re axivî. Hesen Koçer diyar kir ku diyalogên sûrî çareseriya herî guncaw ji aloziyê re ye.

Koçer bal kişand ser destwerdanên dewletên derve li Sûriyê û wiha domand: "Destwerdana dewletên derve wê aloziyê çareser nekin, ji ber ku çareserkirina aloziya Sûriyê divê bi biryar û bi destê gelê Sûriyê be. Dewletên derve naxwaze alozî çareser bibe û naxwazin ji Sûriyê derkevin."

Koçer îşaret pê kir û destwerdana derve sedema kûrbûna aloziyê ye û wiha domand: "Sedema kûrbûna aloziya Sûriyê destwerdana derve li karûbarên Sûriyê ye. Alozî demek dirêj kir û dibe ku dirêjtir bibe, sedema sereke ew e ku biryar ne ya gelê Sûriyê ye. Di heman demê de hikumeta Şamê di zihniyeta xwe ya kevn de israr dike ku dixwaze Sûriyê vegere rewşa beriya 2011'an. Li aliyekî din opozisyoneke ne niştimanî heye ku bi ajnîdeyên derve, bi taybet dewleta Tirk ve girêdayî ne. Ev opozisyon sînorê dewleta Tirk diparêze û tu elaqeya wê bi gelê Sûriyê re tune ye. Serhişkiya rejîmê û tunebûna opozîsyoneke niştimanî ya demokratîk bûn sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê."

'ÇARESERIYA LEŞKERÎ AZAR BI SERÊ SÛRIYÊ DE ANÎ'

Hesen Koçer destnîşan kir ku pêwîste opozisyoneke niştimanî were avakirin ku çareseriye durist pêk bîne û got: "Divê rejîma Sûriyê bizanibe ku rewşa heyî ya Sûriyê ji ya berê cûda ye. Di 10 salan de şer, koçberî û qetilkirin hebûn. Divê rejîm bi rengekî baş rewşê binirxîne da ku em karibin çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin."

Koçer da zanîn ku armanca yekemîn a Rêveberiya Xweser misogerkirina yekitiya xaka Sûriyê û biryara navneteweyî ya 2254 esas dibîne û wiha pê de çû: "Em çareseriyeke siyasî ji aloziyê re dixwazin û gelek caran me ev yek pêşniyar kir, ji ber ku çareseriya leşkerî bû sedem ku rewşa aborî, civakî û siyasî li Sûriyê aloztir bibe û binsaziya herêmê wêran kir."

'RÊVEBERIYA XWESER YEKITIYA GELÊN HERÊMÊ AVA KIR'

Hesen Koçer di dewama axaftina xwe de girîngiya pêşxistina diyaloga siyasî destnîşan kir û ev tişt anî ziman: "Divê em diyalogên siyasî pêş bixin, ji ber ku gelekî girîng e. Ji destpêkê ve û heta niha em dibêjin ku divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike, ji ber ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekitya Sûriyê şer kirin û DAIŞ'ê qewitandin. Hêzên Sûriya Demokratkî û Rêveberiya Xweser tevna civakî li herêmê bi giştî kirin yek."

Koçer da zanîn ku QSD'ê, herêmên ku rejîma Şamê radestî DAIŞ'ê kiribûn, rizgar kirin û got: "Tu kes nikare li ser niştimanbûna gelên herêmên û Rêveberiya Xweser tiştekî berovajî wê bêje."

'YEKIRINA XAKA SÛRIYÊ BINGEHA ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ YE'

Hesen Koçer diyar kir ku Sûriyê li pêşberî du vebijêrkan e û got: "Heger em yekitiya xaka Sûriyê ava nekin û herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rizgar nekin û bi herêmên din ên Sûriyê re nekin yek, wê Sûriyê parçe bibe. "

Koçer bi domdarî got: "Li ser erdê, herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, parçebûne, ji ber ku li wan herêman zimanê tirkî û pereyên tirkî hatine ferzkirin û ji aliyê tirkan ve walî li wan herêman hatine erkdarkirin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xeterî li ser Sûriyê hene û armanca Rêveberiya Xweser rabûna li hember van xeteriyan û parastina yekitiy xaka Sûriyê ye. Koçer got: "Armanca me avakirina rêveberiyeke nenavendî ye, ji ber ku heger em rêveberiyeke nenavendî ava nekin wê Sûriyê were parçekirin û serhişkiya rejîmê wê temenê aloziyê dirêjtir bik."

ANHA