Çalakvanên li Sêmalka:  Divê li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîn bê bilindkirin

Çalakvanên li Sêmalkayê banga bilindkirina têkoşîn li dijî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û destnîşan kir ku serkeftin dê bi piştgiriya berxwedana gerîla, pêk were.

Çalakvanên li Sêmalka:  Divê li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîn bê bilindkirin
18 ÇILE, 2022   14:00
QAMIŞLO

Çalakiyên li deriyê sînor a Sêmalkayê bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdên Xelîfanê, di roja 106'an de didome.

Endamên Rêveberiya Darayî ya herêma Cizîrê îro berê xwe dan konê çalakiyê ya li Sêmalkayê.

Endamên Rêveberiya Darayî ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê Desteya Darayî, endamê Nivîsgeha Darayî ya Çilaxa Mecid El-Nasir bal kişand ser rola çalakiyên xwepêşandanê ku dikeve roja xwe ya 106'an û wiha got:" Em ê çalakiya xwe ya lehengiyê, serbilindiyê û rûmetê li dijî dewleta dagirkeriya Tirk bidomîn."

her wiha El-Nasir diyar kir ku redkirina PDK'ê ji daxwazên malbatên şehîdan a wergirtina cenazeyên şehîdan re, nûnertiya xeta xiyanetê ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.

Di dawiyê de El-Nasir banga hevgirtin û mezinkirina berxwedanê li hemberî siyasetên qirkirinê kir û got: "Em ê bi piştgiriya berxwedana gerîla û hemû hêzên şoreşger ên demokratîk ên cîhanê bi ser bikevin."

Çalakî dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidome.

(dx)

ANHA