Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"

Li navçeya Tirbespiyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hatin lidarxistin.

Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
Li Tirbespiyê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê"
18 ÇILE, 2022   14:10
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" li çerxerêya Azadî ya navçeya Tirbespiyê kon veda.

Şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de senevîzyonek li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin. Tê payîn ku çalakî dê 3 rojan bidome.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de roja Yekşemê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan  û ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê", da destpêkirin.

Pirtûkxaneya Gerok di roja sêyemîn de gihaşt navçeya Tirbespiyê û ji aliyê şêniyên navçeyê û gundewarê wê ve hat pêşwazîkirin. Piştre li sûka navendî ya navçeyê şênî tevlî hemleya îmzekirinê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bûn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan pêşkêşî beşdaran kirin. Tê payîn ku xebatên Pirtûkxaneya Gerok dê sibe li navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dewam bike.

ANHA