Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê: Divê dewleta Tirk were darizandin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê êriş û sûcên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê li dijî şêniyên Efrînê şermezar kir banga hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê: Divê dewleta Tirk were darizandin
18 ÇILE, 2022   13:36
ŞEHBA 

Bi dehan endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê, li kampa Veger a girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kom bûn û bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê, daxuyaniyek da.

Endaman wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifet û şehîdên berxwedana serdemê hildan.

Daxuyanî ji aliyê endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Nûra Hesen bi zimanê kurdî û Şeban Henan jî bi zimanê erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev bû çar sal e û ber bi sala pênçemîn ve diçe ku dewleta Tirk a faşîst dest bi êrîşên xwe li ser axa Efrînê kiriye.

Her sal li ber çavên cîhanê êrîş, kiryar û hovbertiyên wê li ser gelên xwecih zêdetir dibin, her wiha hewldanên wê ew e ku bi bihaneya ewlehiya xwe ya netewî, kembera tirkî li ser sînorên Sûriyê xêz bike.

Lê armanca wê ew e ku împratoriya osmanî nûjen bike û di heman demê de bi rêya guhartina demografîk, rûxandina şûnwarên dîrokî û xwezayê, koçberkirina bi darê zorê, dizî, birîna daran, revandin, kuştin û rûxandina dibistanan siyseta xwe ya tikkirinê dide meşandin. Her wiha dest diavêje zarokan û bi zext û zorê materyalên xwe yên nîjadperestî dide perwerdekirin  ku bikare hişmendiya wan kontrol bike, wan ji zimanê dayîkê, çand û dîroka wan qut bike da ku  ew zarokê tola bav û kalên xwe jê hilnedin.

Ev hemû siyaset û kiryarên xerab hê jî li ber çavên hemû aliyên navnetewî, rêxistinên mirovî, dewletên navnetewî û hin hêzên biyanî yên ji bo ewlehiyê li ser xaka sûriyê ne berdewam in. Ji vê hovîtî û tawanên dagirkeriyê re, bûne temeşevanên ker, kor û lal.

Ev kiryar ne tenê li ser gelê Efrînê tê meşandin, di heman demê de li ser gelên sûriyê bi gîştî bi taybet ên ku penaberî tirkiyê bûne, ew jî kiryarên nîjadperestiyê tên.

Dewleta faşîst hemû gelên Sûriyê hedef digre, ev jî dide nîşandan ku armanca wê ya sereke dagirkirina Sûriyê ye.

Divê hemû gel bi taybet gelên Sûriyê dagirkirina Efrînê weke dagirkina Sûriyê bibînin, bi propogandeyên dewleta Tirk a faşîst neyên xapandin, bi sedhezaran gelên Sûriyê kuştin û bi milyonan koçber kirin.

Bêdengiya cîhanê bû sedema dirêjbûna temenê krîzê, çareseriya yekane ji aloziya sûriyê re projeya demokratîk e ku gelên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de dihewîne, lê mixabin hemû aliyên ku destên xwe xistine Sûriyê bi çareserkirina ji bo ku krîza Sûriyê re mijûl nabin.

Em êrîş û kiryarên dewleta Tirk a faşîst, hevkar û hevalbendên wê bi tundî şermezar dikin.

Banga me li civata navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan ew e ku dawî li van sûcên li dijî gelê me bînin, van binpêkirinan bi belge bikin, fişarê li welatên rojavayî bikin, ku dewleta Tirk wekî berpirsê van sûcan bibînin û li dadgehên navneteweyî darizînin, ji ber ku bêdengiya wan pêşketin û ewlehiyê dide terorê."

Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA