​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir

Îro bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîreyan, nûnerên meclisên herêmî, hêzên leşkerî û saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê, meşek lidar xist.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
18 ÇILE, 2022   13:02
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê salvegera 4`emîn a êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li dijî şêniyên Efrînê jî, şermezar kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Sala 2022`an sala bidawîkirina dewleta Tirk a dagirker e" û "Serkeftin û azadî ji Efrînê re" hatin hildan.

Meşê li pêşiya meclisa ciwanên Dêrazorê dest pê kir û ber bi çerxerêya bajarokê Hecînê ve çû. Li wir meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Rojhilat Mihemed Şeban El-Zayid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de siyaseta hovane ya dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê, siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê, guhertina demografîk, tirkkirina herêmên dagirkirî, binpêkirina nasnameya gel û dîrok û çanda wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha koçberkirina şêniyan û qutkirina dar û wêrankirina şûnwaran, hate şeremzarkirin.

Her wiha êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, hedefgirtina welatiyan, xerabkirina aramiyê, kuştina sivîlan di nava bêdengiya navneteweyî û aliyên garantor de hate şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû xaka Sûriyê û vegera koçberan li warên wan, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de peyamek ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan re hate şandin ku li hember sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne bisekinin û hesab ji sûcdaran bixwazin, her wiha zextê li aliyên sûrî bikin da ku li ser maseya diyalogan rûnin bêyî ku tu alî were dûrxistin.

Mitîng bi dirûşmeyên şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne û silavkirina berxwedana Efrînê, bidawî bû

(bx)

ANHA