Meclisa Jina Azad sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir

Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku nebin hevkarên sûcên ku têne kirin û helwesta xwe ji sûcên dewleta Tirk eşkere bikin.

Meclisa Jina Azad sûcên dewleta Tirk li Efrînê şermezar kir
18 ÇILE, 2022   11:40
ŞEHBA

Bi hatina salvegera 4`emîn a êrişên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê, bi dehan endamên Meclisa Jina Azad, endamên saziyên sivîl li kantona Şehbayê li pêşiya avahiya Mala Jin a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Di kombûnê de ala Meclisa Jina Azad û pankartên bi nivîsa "Bi rihê şervanên pîroz û gelê Efrînê em ê Efrînê rizgar bikin" û "Dem dema azadiyê ye" hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jina Azad a kantona Şehbayê Şîrîn Elîmo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, sal derbas bûn û zihniyeta desthilatdar û dîktator li cîhanê û Rojhilata Navîn hê jî didome û siyaseta dûrxistinê, komkujî, qirkirina nijadî û çandî ku siyaseteke li dijî hemû gelan e, tê bikaranîn.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên deshiltdar ku xwe li ser herêmê hatin ferz kirin bi hemû hêza xwe hewldanên helandin û qirkirina çandî pêk tînin û di serî de dewleta Tirk a dagirker û berdewamiya wê di astengkirina çareseriya siyasî û kûrkirina aloziyê de.

Dewleta Tirk a dagirker di bin gelek navê cuda de li dijî hemû gelên Şehbayê, Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de sûcan pêk tîne.

NETEWEYA DEMOKRATÎK DÊ BIBE BERSIVA DÎROKÎ YA LI HEMBER ALOZIYAÊ YE

Dewleta Tirk a terorîst siyaseta dûrxistina hemû gelan bikar tîne û sûcan li dijî wan pêk tîne û ev jî ji bo ku çavnebariya osmaniyan vejîne û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe. Bi vê yekê jî hewl dide pêşketina projeya neteweya demokratîk ku bersiva dîrokî ya li hember aloziyê, bidawîkirina tevlîheviyê û rewşên şer e, asteng bike.

Çend sal derbas bûn ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên Şehba, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine. Xerabkirin, hilweşandin, talankirin, revandin, kuştin, tecawizkirin, koçberkirin, guhertina nasname û demografiyê tê kirin, ev hemû jî sûc in û dewleta Tirk bi beşdarbûna hêzên desthilatdar ên cîhanê pêk tên.

BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ JI BO TÊKBIRINA DAGIRKERAN E

Bi nêzîkbûna salvegera 4`emîn a dagirkirina herêma Efrînê, weke jinên kantona Şehbayê em ê têkoşîna xwe bilind bikin û yekitiya xwe xurt bikin da ku dagirkeran bi hemû rêbazan têk bibin, xaka dagirkirî rizgar bikin û mafên hemû pêkhateyan biparêzin.

Em bêdengiya hemû rêxistinên hiqûqî, mirovî û aliyên aktîf derbarê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne de şermezar dikin. Em bang li wan aliyan dikin ku nebin şirîkê sûcan, bikevin tevgerê û helwesta xwe li dijî siyasetên sûcdariyê yên li dijî Kurdan û hemû gelên herêmê nîşan bidin.

(bx)

ANHA