Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên di bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 11 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kesên di bi koronayê ketin
18 ÇILE, 2022   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku 11 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kes jî baş bûne.

Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku kesên ku bi vîrusê ketine, 7 mêr in û 4 jî jin in, ji wan 7 kes ji Qamişlo ne, yek ji Hesekê ye, yek ji Dêrikê, yek ji Girkê Legê û yek jî ji Dêrezorê ye.

Bi van daneyan, hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 37 hezar û 300 kesî û 2 hezar û 521 kes jî baş bûne.

(dx)