​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome

Xebatên komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de didome. Dê nîqaş derbarê mekanîzmeya hilbijartinan, avakirina meclisa rêveber, dadgeha parastina hevpeymanê û biryarên giştî de were kirin.

​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome
​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome
​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome
​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome
​​​​​​​Civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî didome
18 ÇILE, 2022   10:06
HESEKÊ

Xebata komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem a bajarê Hesekê tê lidarxistin.

Komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nîqaş û guhertinên ji sedî 30 ji reşnivîsa peymanê di nîvê meha borî de ya sala 2021`an bi dawî kiribû, dîsa dest bi xebatê kir.

Hemû endamên komîteya berfireh ku ji 158`an kesan pêk tê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û çalakvanên civakî li herêmê beşdarî civînê bûne.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Biçûk a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sair El-Girêd ji ANHA`yê re diyar kir ku di roja yekemîn ji civînê de girîngî dan mekanîzmeya avakirina meclisên tax, bajarok, bajar û kantonan û di roja duyemîn de jî dê nîqaş li ser mekanîzmeya avakirina meclisên rêveber, dadgeha parastina Hevpeymana Civakî û biryarên giştî û dawî, werin kirin.

El-Girêd destnîşan kir ku reşnivîs weke destûr ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye û armanca wê rêxistinkirina xebatan di hemû aliyên rêveberî û rêxistinî de ye.

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha borî de komîteya biçûk ku ji 30 endamî pêk tê, ava kir da ku li ser amadekirina reşnivîsa hevpeymanê bixebitin û di civînên berfireh de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were nîqaşkirin.

(bx)

ANHA