​​​​​​​Hunermend: Gerîla gel e, divê piştgiriya wan were kirin

Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk, piştgiriya xwe nîşanî gerîlayên HPG`ê kir û got: "Gelê Kurd gerîla ye û gerîla jî gelê Kurd bi xwe ye. Gerîla vîn û hêza me ne."

​​​​​​​Hunermend: Gerîla gel e, divê piştgiriya wan were kirin
18 ÇILE, 2022   07:51
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker piştî 14`ê Sibata 2021`ê li Garê bi bin ket, ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişên dagirkirinê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Ruxmî ku artêşa Tirk çekên giran û yên di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar anîn, lê gerîla li çiyayên Kurdistanê efsaneyên qehremaniyê nivîsandin û derbên giran li dagirkeran dide.

Bertekên gel ên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.

Hunermend Mihemed Cûdî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe hewl dide destkeftiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û projeya wê ya demokratîk têk bibe.

Mihemed Cûdî  destnîşan kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji destpêka ku hatiye damezrandin ve li dijî hemû dagirkerên parçeyên Kurdistanê, têdikoşe da ku parastina gelê wê bike, mafên wan vegerîne û Kurdistanê jî rizgar bike.

Cûdî diyar kir ku bi saya berxwedana gerîla li hemû parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin hatin qezenckirin, her wiha gelek komplo û planên bi armanca dagirkirina Kurdistanê têk çûn.

Cûdî got: "Gelê Kurd gerîla ye û gerîla jî gelê Kurd bi xwe ye. Gerîla vîn û hêz me. Ew in parastina azadî û mirovhiyê dikin. Bila cîhan tevde bizane ku ger hemû hêzên mêtînger li me bibin yek em ê dev ji armancên xwe bernedin, ji ber ku em mafdar in û banga rizgarkirina Kurdistanê, çanda xwe dikin."

Mihemed Cudî di dawiyê de bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya gerîla bikin da ku kurd wekî gelê cîhanê azad bijîn, her wiha parastina projeya xwe ya demokratîk bikin û biratiya gelan xurttir bikin. Li aliyekî din jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" derxin.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê hunermend Ebdulqadir Ferhan diyar kir ku gerîla hêza berxwedan û têkoşîna xwe ji gelê xwe werdigire û wiha dewam kir: "Gerîla ji bo rêgezên neteweyî û doza xwe şer dikin ku armancên wê xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê dikin û mafên wan ên desteserkirî, vedigerînin."

Ebdulqadir Ferhan anî ziman ku Tevgera Rizgaririya Kurdistanê di oxira doza Kurd û mirovahiyê de, bi hezaran şehîd dan û bang li hemû tevgerên siyasî û leşkerî ki ku destekê bidin tevgera azadiyê.

Hunermend Ferhan di dawiyê de got, armancên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, belavkirina projeya neteweya demokratîk e ku ew jî li ser bingeha fikir û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan e û bi saya wê, ne tenê azadiya gelê Kurd lê belê azadiya gelê Rojhilata Navîn jî misoger dibe.

(eh)

ANHA