'Divê saziyên ku idîaya parastina zarokan dikin, li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bisekinin'

Hevserokê Saziya Olî ya Herêma Firatê Ebdurehman Şewket komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kir û diyar kir ku rayedarên Tirkiyê kirasê Îslamê li xwe dikin û hewl didin gelên herêmê bixapînin.         

'Divê saziyên ku idîaya parastina zarokan dikin, li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bisekinin'
18 ÇILE, 2022   08:30
KOBANÊ

Hevserokê Saziya Olî ya herêma Firatê Ebdurehman têkildarî komkumiyên ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê û gundewarê wê pêk anîn de ku di encamê de welatiyek şehîd bû, 12 kesên din jî birîndar bûn û zarok Ebdo Mistefa Henîfî yê 4 salî lingê xwe winda kir, ji ajansa me re axivî.

Hevserokê Saziya Olî ya herêma Firatê Ebdulrehman Şewket got: "Ger em vegerin rastiya olan û bi taybet ola Îslamê ku dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku di bin siya wê de têdikoşe, em ê bibînin ku sûcên herî hovane li dijî vî olî pêk tîne û bi rêya olê komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne."           

Ebdurehman Şewket wiha dom kir: "Ola Îslamê di pirtûka xwe ya Quranê de banga xweparastinê dike, lê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan pêk tîne, li gorî îslamê sûc e."

Şewket wiha lê zêde kir: "Şerîet ji destpêka mirovahiyê heta roja îro, binpêkirina giyanan rewa nekiriye, bi taybet ola Îslamê."          

Ebdurehman bang li rêxistinên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin û bi taybet saziyên ku navê parastina zarokan li xwe dikin, kir ku li dijî vê dewleta faşîst bisekinin.       

Hevserokê Saziya Olî ya herêma Firatê Ebdurehman Şewket di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker kirasê Îslamê li xwe dike û gelên herêmê bi wê dixapîne. Em wekî saziyeke olî ya li herêma Firatê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û ji gel re dibêjin bi axaftinên dewleta Tirk ku dibêje ew nûnertiya îslamê de nexapin."

(dx)

ANHA