Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn

Li Hesekê, ciwan û gaziyan bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û siyasetên PDK'ê şermezar kirin. Di meşê de hate gotin, azadiya rêbertî azadiya tevahî gelan e.

Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
Ciwanên Hesekê ji bo rêber Ocalan li qadan bûn
17 ÇILE, 2022   15:38
HESEKÊ

Meş ji aliyê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hate lidarxistin. Tevahî enadmên partiyê, gazî, ciwanên ji saziyên sivîl û leşkerî beşdarî meşî bûn.

Meş ji çerxerêya Kevokê ber bi qada Şehîd Serhed a li taxa Miftê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên ciwanan û PYD'ê hatin hildan û pankartên ku banga azadiya rêber Ocalan dikin hatin hildan.

Ciwanan bênavber diruşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan, siyasetên PDK û êrşiên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan,  Til Temir û Kobanê berz kirin.

Meş li qada çerxerêya Şehîd Serhed rawestiya. Bi nave ciwanên PYD'ê Medya Ebdurehman axivî û diyar kir ku ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha anî ziman ku azadiya rêbertî azadiya tevahî gelên blindest ji pergelên dîktator e.

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA