Roja yekemîn a civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi dawîbû

Roja yekemîn a civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşkirina sazumaniya Rêveberiya Xweser, mekanîzmeya xebatên meclisê di nav sazumaniya nû ya rêveberiyê de bi dawîbû.

Roja yekemîn a civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî bi dawîbû
17 ÇILE, 2022   16:42
HESEKÊ

Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê kar û xebatên xwe li Hola Serdem a Çandê ya li bajarê Hesekê dîsa dan destpêkirin. Piştî ku bi rêjeya ji sedî 30 guhertin di hevpeymana civakî de çêkiribû, di meha borî de xebatên komîteyê rawestiyabûn.

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha 2021’an de komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kiribû da ku reşnivîsa hevpeymanê amade bike û piştre ji aliyê komîteya berfireh ve were nîqaşkirin ku ji gelek beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

158 endamên komîteyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û gelek aliyên civakî beşdarî civînê bûn.

Endama Komîteya Biçûk a Sazkirina Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ariya Mele Ehmed diyar kir ku nîqaşên ku îro hatin kirin, girêdayî sazûmaniya Rêveberiya Xweser û mekanîzmeya xebatên meclisê di vê sazumaniyê de bûn.

Ariya Mele Ehmed diyar kir ku nîqaşên li ser beşên mayî yên sazumaniyê, xalên dawî yên reşnivîsa hevpeymana civakî dê sibe berdewam bikin.

Li gorî endama Komîteya Biçûk a Sazkirina Reşnivîsa Hevpeyama Civakî, tê payîn ku civîna Komîteya Berfireh bi nîqaşkirina sê rojan berdewam bike.

ANHA