Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi diruşma "Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî...rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne, partiya me hêviya me ye" kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê 2.kongreya xwe li dar xist
17 ÇILE, 2022   16:22
HELEB

Kongre li hola Star Layt a li taxa Şiqeyif a Helebê li dark et. Tê de nûnerên ji rêveberiyên sivîl û leşkerî, Kongra Star, komîn, meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û rûspiyên eşîran amade bûn. Her wiha mêvan ji Reqa; alîkara Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Cemîle El-Ehmed, berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya partiyê Xaliya Kecwan û berpirsê Nivsîgeha Rêxistina Giştî ya partiyê Îmad Mûsa amade bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Lîna Hec Xelîl bixêrhatina mêvan kir û bernameya kongreyê xwend.

Piştî wê serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Mihemed Hac Mistefa jî bixêrhatina mêvanan kir û got lidarxistina vê kongreyê di vê demê de asta têkoşîn û berxwedana şênî û endaman ji bo pêşerojê welat îsbat dike.

Mistefa behsa krîza Sûriyê û rewşên heyî kir û wiha got: "Gelê Sûriyê bûbû qurbanê siyasetên despotî û komployan. Bi taybet opozîsyonê Sûriyê kete xizmeta berjewendiyên hêzên derve û çarenûsa xwe bi wan ve girê da û bû xeleka komploya li dijî welat û gelê Sûriyê."

Mistefa diyar kir rejîma Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêjtir kir, yekser destwerdanê li karûbarên wê hundirîn kir û parçeyên mezin ji xaka Sûriyê dagir kirin û wiha domand: "Helwesta partiya me her tim yek e û bang li tevahî aliyên binkok ên Sûriyê, aliyên siyasî, mezhebî û neteweyî dike ku diyaloga sûrî-sûrî pêk bînin."

Mistefa wiha dawî li gotina xwe anî: "Sûriye di qonaxeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibe. Em, aliyên siyasî, leşkerî, rêveberî û ewlehî rûbirûyî astengiyên mezin ên hundirîn û deve ve ne. Divê em têkoşînê xurt bikin ji ber ku rola partiya roleke pêşeng e û gelek erk dikevin ser milê me."

Dûvre endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo perspektîfên partiyê xwendin. Her wiha rapora salê ya xebatên meclisê jî ji aliyê Beraa Mehmûd ve hate xwendin. Ji wê zêdetir jî peymanên pîrozbahiyê yên Mala Êzidiyan, YPG, YPJ û saziyên sivîl hatin xwendin.

NIRXANDIN Û HILBIJARTIN

Rewşa rêxistinî, tevahî astengî û sedemên ku rêxistinê lawaz dikin hatin nirxandin. Li kêlek wê jî beşdaran destnîşan kir ku rola ciwanan lawaz e û divê tev li hemû xebat, çalakî û rêxistina wan bibin. Beşdaran gotin, divê endamên partiyê tev li dewreyên perwerdê bibin û têkiliyên fireh bi partî û hêzên neweteweyî yên demokratîk ên li Sûriyê re ava bikin.

Paşê hilbijartin pêk hatin. Xalîde Ebdo bû seroka meclisê û Beraa Mehmûd bû cîger. Her wiha Hena Kerdoş wekî berdevka meclisa jinan, Cîhan Mihemed wekî berdevka meclisa ciwanan, her wiha 17 endamên meclisa partiyê ya Helebê hatin hilbijartin.

ENCAMNAME

Di dawiyê kongreyê de Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û tevahî endamên meclisê sond xwarin û dûvre encnamnameya kongreyê hat xwendin û wiha tê de hate gotin:

"Ji bo sozdayîna ji şehîd û wefedariya ji ferdekariyên wan re, 2.Kongreya Meclisa Partiya Pêşerojê şaxê Helebê bi diruşma "Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî...rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne, partiya me hêviya me ye" hate lidarxistin.

Gelek mêvanên ji saziyên sivîl, leşkerî û kesayetên serbixwe tev li kongreyê bûn û piştgiriya xwe ji partiya me re nîşan da û got pêdivî bi yekitî neteweyî ya Sûriyê heye ku li hember astengiyên hundirîn û derve bisekine. Partiya me dibîne ku bi diyaloga nîştimanî û bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên nîştimanî û demokrtîk krîza Sûriyê çareser dibe, her wiha divê tevahî pêkhateyên Sûriyê beşdarî civînên navneteweyî bibin ku krîza Sûriyê bi dawî bibe. partiya me, partiyên din û hêzên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê esas girtin, ji ber nimûneyeke çareseriyê ye û sekna li hember planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk û hwd.

Ji ber girîngiya pêvajo û hûrgiliyên wê, her wiha ji bo pêşketinên siyasî û dîplomasî di qonaxa bê de kongreya me hate lidarxistin. Xefbata partiyê li ser asta rêxistinî hate nirxandin, rexneyên ji bo xebatê hatin kirin. Her wiha divê partî, endam û kesayetên di partiyên de bi rêxistin bin da ku li hember merheleya bê bisekinin û bi berpirsiyariyên xwe rabin. Divê hîma partî û piştgiriya gel, xebata rêxistinî, belavkirina armanc û pransîbên partiyê werin firehkirin û bi rêya dezgehên çapemeniyê piştevaniya platforma partiyê were kirin.

Li dawiyê mecliseke nû ji 21 endaman hate hilbijartin, jin û ciwanan rola xwe di vê yekê girtin."

(fr)

ANHA