Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe

Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên xwe dîsa dan destpêkirin. Piştî ku bi rêjeya ji sedî 30 guhertin di hevpeymana civakî de çêkiribû, di meha borî de xebatên komîteyê rawestiyabûn.

Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî civîna xwe li dar dixe
17 ÇILE, 2022   10:23
HESEKÊ

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe li bajarê Hesekê li dar dixe. 158 endamên komîteyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û gelek aliyên civakî tê de beşdar in.

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha 2021’an de komîteyeke biçûk a ji 30 endaman pêk tê, ava kiribû da ku reşnivîsa hevpeymanê amade bike û piştre ji aliyê komîteya berfireh ve were nîqaşkirin ku ji gelek beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Komîteya Berfireh xebatên sazkirina Hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilat Sûriyê li Hola Serdemê ya Çandê berdewam kirin, piştî ku ev xebat di navîna meha borî de rawestandibûn.

Endamê Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî, Sîhanok Dîbo piştrast kir ku piştî bidawîkirina xebatên têkildarî pergala civakî, civîn îro li dar ket.

Dîbo destnîşan kir ku piştî bidawîkirina xebatên sazkirina hevpeymanê, dê mekanîzmayek were avakirin da ku encamên civînê bi saziyên civakî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re parve bike ji Minbicê bigire heta herêma Firatê, Dêrazor, Reqa û herêma Cizîrê.

Li gorî Sîhanok Dîbo tê payîn ku civîna Komîteya Berfireh bi nîqaşkirina bendên mayî yên hevpeymanê heta 3 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA