​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber koronayê 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kes bi koronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber koronayê 3 kesan jiyana xwe ji dest da
17 ÇILE, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane, 2 mêr in û yek jî jin e.

Desteyê ragihand ku kesên bi korona ketine 8 in, jê 7 mêr in û yek jî jin e. her wiha destnîşan kir ku 4 jê ji Qamişlo ne, 2 ji Hesekê ne, yek ji Dêrikê ye û yek jî ji Tebqa ye.