​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên dewleta Tirk ên di sala nû de eşkere kirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên dewleta Tirk û komên çete yên di sala nû de li kantona Efrînê ya dagirkirî eşkere kirin.

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên dewleta Tirk ên di sala nû de eşkere kirin
17 ÇILE, 2022   08:46
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê me re daneyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ya dagirkirî eşkere kirin.

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku di destpêka sala 2022’yan de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 25 welatiyên gund û navçeyên Efrînê ya dagirkirî revandine. Şêxo têkildarî birîna daran got çeteyên dewleta Tirk nêzî 900 darên zeytûnan birîne.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 cihên dîrokî yên li gundên kantona Efrînê wêran kirin û dizîn û da zanîn ku dewleta Tirk di bin navê komîteyên cuda de raya giştî dixapîne da ku sûcên li dijî welatiyên Efrînê veşêre.

Şêxo got çeteyên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) bi fermana rasterast a îstixbarata Tirk sûcan pêk tîne.

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de piştrast kir ku dewleta Tirk guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî didomîne û civaka navneteweyî jî van sûcan paşguh dike.

(dx)

ANHA