​​​​​​​Fîras Qesas: Armanca lihevkirinan ew e ku Sûriyê vegerînin rewşa beriya 2011'an

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê Fîras Qesas lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsa wan dike wek xefik bi nav kirin û got "Armanc ji van lihevkirinan ew e ku Sûriye vegere rewşa beriya 2011'an."

​​​​​​​Fîras Qesas: Armanca lihevkirinan ew e ku Sûriyê vegerînin rewşa beriya 2011'an
17 ÇILE, 2022   07:59
REQA-XALID EL-CUMA

Hikumeta Şamê li hin herêman propagandaya "çareserî" an jî "lihevkirinan" dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku serweriya xwe ferz bike. Lê tecrubeya rojane îsbat kir ku vê "çareseriyê" ewlehî û îstîqrar li van herêman pêk neanî.

Hikumeta Şamê senaryoya "lihevkirinê" dubare dike û xebata li ser wê ji nû ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li Reqayê bi taybet dubare dike. Şênî, şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Reqa û gundewarên van "lihevkirinan" red dikin.

Têkildarî mijarê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê Fîras Qesas ji ajansa me re axivî û wiha got: "Bê guman çareseriyên ku rejîm behsa wan dike krîza Sûriyê kûrttir dikin.”

Qesas wiha domand: "Rejîma Sûriyê xeyal dike ku bi ser ket û dikare demê ber bi paş ve vegerîne, da ku xwe ji nû ve vegerîne. Bi wê re karesatê zêde dike, çavkanî, kapasîteyên welat keysbaz dike û vîna gel têk dibe. Her wiha rejîma xwe diparêze da ku siyaset, aborî û çanda xwe ji nû ve li dijî hebûna sûriyê pêk bîne."

Qesas "lihevkirin"ên ku rejîm behsa wan dike bi "mayinan" bi nav kirin û diyar kir ku divê faktorên çareseriyê li Sûriyê werin peydakirin, projeya Rêveberiya Xweser were pêşxistin û piştevaniya wê were kirin da ku çareseriya siyasî, ne tenê li herêmên Rêveberiya Xweser, di heman demê de li tevahî Sûriyê pêk were.

'REJÎM TU GARANTIYAN PÊŞKÊŞÎ TU KESÎ NAKE'

Têkildarî çarenûsa kesên ku "lihevkirinan" pêk tînin, Fîras Qesas wiha axivî: "Rejîm tu garantiyan pêşkêşî wan nake û tu kes nikare pişta xwe bidê. Kesên ketine xefka "lihevkirinan" û bawer kirine hatine siûqastkirin û tesfiyekirin. Pir kes hatin girtin, qetilkirin û îşkence li wan hate kirin. Ev rejîm tenê bi hêzê bawer dike û girîngiyê nade jiyana mirovan. Lê ji bo mayîndebûna desthilata xwe heqaretê li şêniyan dike."

Qesas got çawa rejîmeke wiha ku dibêje ew lihevkirinan pêk tîne, soza xwe bi cih bîne. Bi hêsanî wan lihevkirinan betal dike. Piştre wan tune dike yan jî paşguh dike. Tu kes nikare pişta xwe bide vê rejîmê.

Qesas eşkere kir ku tişta ku rejîm li herêmê pêk tîne hewldaneke ku rewşê vegerîne ya beriya 2011’an û wiha pê de çû: "Lê ne pêkan e têgeha "lihevkirinan" pêk were. Nîşaneyên vê têgehê dibin du alî. Ya yekem tê pêşbînkirin ku hebûna du aliyên wekhev di têkiliya bi nirxê maf û wekheviyê de heye ku li ser nakokiya pirsgirêk an jî fîtneya bi hezkirina zimanê mîrasê tê wesifkirin."

Qesas ev tişt anî ziman: "Ev dûrî rastî û dijberî wê ye. Ji ber aliyek a rejîma dîktator a çewsîner e û di destpotiyê de noq bûye hem beriya krîzê hem jî piştî wê. Lê aliyê din jî gel heye ku hatiye çewisandin, hedefgirtin, dizîn û gendelî li dijî wê pêk hatiyê. Bi wê re li dijî rejîmê şoreşa ji bo rûmet û azadiyê li dar xist, lê niha di astengî û azaran de dijî. Nîşaneya duyemîn ji "lihevkirinan", tê wateya "çaresriyan" li ser encameke wekhev a di navbera du aliyan de ye da ku rejîm hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike mîna berê li herêmên din kiriye. Lê divê şêniyên me helwesteke tund a dijber nîşanî vê yekê bidin."

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê Fîras Qesas wiha dawî li gotina xwe anî: "Bê guman dê rejîm senaryoya Derayê ubare bike. Armanca ji wan yek û zelal e. Ji bo wê ne girîng e ku têkiliya wê bi çekdaran re hebe yan tune be, ya girîng ji bo wê serweriya xwe  vegerîne, çarenûsa welat kontrol bike."

(fr)

ANHA