​​​​​​​Emîn Elîko: Berjewendiyên bi Tirkiyê re nahêlin welat erka xwe pêk bînin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê qirkirina gelên azadîxwaz e û got "Berjewendiyên welatan ên bi Tirkiyê re, nahêlin ew welat erka xwe pêk bînin."

​​​​​​​Emîn Elîko: Berjewendiyên bi Tirkiyê re nahêlin welat erka xwe pêk bînin
17 ÇILE, 2022   07:23
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di van demên dawî de bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin hedef û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Em êrişên faşîst ên li ser Kobanê bajarê berxwedanê, şermezar dikin."

Elîko destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze qada dagirkeriyê zêde bike û krîza xwe yên hundirîn derxe derve û got: "Bi destê dewleta faşîst a Tirk sûcên şer û qirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin."      

Elîko bal kişand ser bêdengiya li hemberî van sûcan û wiha dom kir: "Herêm di nava bêdengiya navneteweyî de rastî şerê qirkirinê tê. Divê civata navneteweyî û aliyên peywendîdar destwerdanê bikin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin."

Elîko diyar kir ku sedema bêdengiya welatan a têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk, hebûna berjewendiyên hevpar bi AKP'ê re ye û got: "Hebûna berjewendiyên welatan bi Tirkiyê re, nahêle ew erka xwe ya li hemberî tiştên li herêmê diqewimin, bi cih bînnin."

Emîn Elîko têkildarî zarok Ebdo Mistefa Henîfî ku di encama êrişên dewleta Tirk de lingê wî hat jêkirin, got: "Gelo cîhan ji bêdengiya xwe şerm nake, çima tu biryar ji bo rawestandina destdirêjî û terora dewleta Tirk a li ser herêmê nîn e?"

Emîn Elîko Emîn di dawiya axaftina xwe de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga berxwedanê kir û got: "Dewleta Tirk çi bike bila bike, wê nekare vîna gelên azadîxwaz bişikîne. Divê em li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe teslîm nebin."

(dx)

ANHA