​​​​​​​Eşîrên Kurdan: Divê PDK`ê beşdarî dorpêçkirina gel nebe

Rûspiyên eşîrên Kurdan ên Hesekê da gotin, girtina deriyên sînor û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanaca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Rûspiyan bang li PDK`ê kir ku nekeve xefka planên dijminên Kurdan.

​​​​​​​Eşîrên Kurdan: Divê PDK`ê beşdarî dorpêçkirina gel nebe
17 ÇILE, 2022   05:50
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Desthilata PDK`ê bi îdiaya çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li deriyê Sêmalkayê ya bi banga wergirtina cenazeyên şehîdan, 16-19`ê Kanûna par deriyên Pêşxabûr û El-Welîd ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtin.

/kr/uploads/files/2022/01/16/202920_-.webp

Rûspiyê eşîra Têrka a Kurd Îsa Mihemed Xelef ku bavê gerîlaya şehîd Zîlan Mihemed e, nerazîbûn nîşanî girtina deriyên sînor ji aliyê PDK'ê ve û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Keça min Zîlan li çiyayê Kurdistanê ji bo doza Kurd, rizgarkirina xaka Kurdistanê û parastina gelê Kurd şehîd bû, çawa PDK`ê dikare bi kujerên keça min re hevkar be û Kurdan asteng bike!"

Îsa Mihemed Xelef da zanîn ku hevkariya PDK`ê bi dijminê gelê Kurd re dê bimîne rûreşiyek ji bo berprisên wê û dîrokê dê wê binivîse.

/kr/uploads/files/2022/01/16/202852_-.webp

Rûspiyê eşîra Omera, Cemal Hec Mensûr jî  got: "Girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd ji aliyê PDK'ê ve xwedî gelek armancên mezin û hevpeymanên nû yên li dijî gelê herêmê ye, ji lewma divê gelê Kurd li hemberî vê yekê hişyar be."

Cemal Hec Mensûr diyar kir ku ambargoya ku PDK`ê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, isbat dike ku hevpeymaneke sêalî heye ku ew jî di navbera Başûr, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ye.

Hec Mensûr bi domdarî got: "Hevpeyman bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser e da ku di qada aborî de hilweşe, di encamê de tawîzan bide û projeya Rêveberiya Xweser ku bi saya berxwedana gelê herêmê û şehîdan hatiye avakirin, têk biçe."

Hemwextî girtina deriyên sînor, artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrişên xwe li ser navçeyên Til Temir û Zirganê û kantonên Kobanê û Şehbayê zêde kirin.

Cemal Hec Mensûr îşaret bi êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku li dijî welatiyan kantona Kobanê û navçeya Zirgan û Til Temir pêk anîne kir û got, ev berdewamkirina planên wan aliyan e ku dixwazin gelê herêmê koçber bibe û bi hêsanî wê dagir bike.

Hec Mensûr anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî siyasetên dewleta Tirk hişyar e, ji lewma berxwedan û mana li ser xaka xwe hibijartin.

Rûspiyê eşîra Omera Cemal Hec Mensûr bang li desthilata PDK`ê kir ku helwesta xwe di berçavan re derbas bike, ji bo doza gelê Kurd kar bike û nekeve xefa planên dagirkerên Kurdistanê.

Rûspiyê eşîra Têrka, Îsa Mihemed Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide gelê Kurd û gelên li Kurdistanê qir bike û  isbata vê yekê jî sûcên ku rojane pêk tîne û wiha got: "Komkujiya herî dawî li bajarê Kobanê bû, Ebdo yê zarok ji van sûcan nefilitî."

Îsa Xelef da zanîn ku dewleta Tirk di planên xwe de PDK`ê bi kar tîne û destên wê di komkujiya li dijî Kurdan de heye.

Rûspiyê eşîra Têrka, Îsa Mihemed Xelef bang li PDK`ê  kir ku siyaseta xwe di berçavan re derbas bike û tev li peymanên dorpêçkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe, berovajî wê xizmetê ji bo Kurdan bike.

Bi girtina deriyan re 5 milyon welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zehmetiya ambargoyê dikişînin.

(eh)

ANHA