​​​​​​​Hêzên hikûmeta Şamê baregehek dewleta Tirk topbaran kir

Piştî seferberiya hêzên dewleta Tirk li gundewarên rojhilatê Idlibê û zêdebûna tevgera wê ya leşkerî, hêzên hikumeta Şamê baregeha dagirkeran li bajarokê Kensefra ya çiyayê El-Zawiye ya başûrê Idlibê topbaran kir û agahî derbarê birîndaran hene.

​​​​​​​Hêzên hikûmeta Şamê baregehek dewleta Tirk topbaran kir
16 ÇILE, 2022   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê baregeha dewleta Tirk a li bajarokê Kensefra ya çiyayê El-Zawiye ya başûrê Idlibê topbaran kir û agahî hene ku endamên di hundirê baregehê de birîndar bûne.

Tê zanîn ku herêmên di bin serweriya çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên dewleta Tirk ên bajarê Idlibê de ku seferberiyek di nava hêzên dewleta Tirk li eniyên bajarê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê de heye.

(bx)