​​​​​​​Beşdarên civînê: Kongra Star pêşeng e

Civîna salane ya Kongra Star didome. Di civînê de beşdaran salvegera damezirandina Kongra Star a 17`emîn pîroz kir û gotin ew Kongra Star weke pêşeng dibînin ku li hember hemû zehemtiyan bisekine.

​​​​​​​Beşdarên civînê: Kongra Star pêşeng e
16 ÇILE, 2022   13:29
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Civîna salane ya Kongra Star didome. 300 endam beşdarî civînê bûne. Civîn li navenda Aram Dîkran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê ya kantona Qamişlo, tê lidarxistin.

Li kêleka civînê, beşdarên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûne salvegera 17`emîn a damzirandina Kongra Star li hemû jinên ku ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin û şerê zihniyeta desthilatdar dikin, pîroz kir.

RASTÎ

Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Xûd El-Elî ku ji bajarê Reqayê ye salvegera damezirandina Kongra Star pîroz kir û wiha got: "Em salvegera damezirandina wê ya 17`emîn pîroz dikin. Avakirina wê bi awayekî mezin destek da ku rê li pêşiya jinan were vekirin û rêya rastiyê ronî kir."

Xûd El-Elî wiha domand: "Em di nava Kombûna Jinên Zenûbyayê de li herêmên rizgarkirî Kongra Star weke pêşeng di aliyê têkoşîn û îsrara li ser berxwedana li hember hemû zehmetî û astengiyan dibînin. Çi ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û çi jî ji aliyê zihniyeta desthilatdar ve. Tişta ku heta niha hatiye bidestxistin dê ne yên dawî bin, lê belê ew destpêka demeke nû ye."

Xûd El-Elî di dawiya axaftina xwe de li ser navê Kombûna Jinên Zenûbya ya Reqayê serkeftin ji Kongra Star re xwest û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku Kongra Star ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn re bibe pêşeng.

XWEDÎ BANDOR MEZIN E

Bêrîvan Umer jî bal kişand ser rola Kongra Star di rêxistinkirin û xurtkirina rola jinan di avakirina civakê de û diyar kir ku jin bi tevlîbûna wê ji Kongra Star re bûye xwedî bandoreke  mezin.

Bêrîvan Umer destnîşan kir ku Kongra Star hêza jinê eşkere kir, ji ber jinên ku di bin sîwana wê de ne ji beriya çend salan ve li hember zehmetî û astengiyan têdikoşin, teslîmkariyê red dikin û got wan hin mafên xwe bi dest xistin û têdikoşin da ku hemû mafên xwe bidest bixin.

Her wiha Şehrezad El-Casim ku ji bajarê Dêrazorê ye wiha domand: "Ev salvegereke pîroz e.  Ev jî bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku jin ji çarçoveya urfûadatên paşketî derxistin û hîşt ku jin mafên xwe bi dest bixin."

Şehrezad El-Casim di dawiyê de hêvî kir ku ev sal bibe sala bidestxistina destkeftiyên zêdetir di hemû astan de û banga yekitiyê kir da ku bi hev re jinan rizgar bikin.

(bx)

ANHA