Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir

Îro li Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajêr û gundewarê wê, tevgerên ciwanan çalakiya konvedanê li dar xist.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Kobanê çalakiya konvedanê dest pê kir
16 ÇILE, 2022   12:55
KOBANÊ

Çalakiya konvedanê li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li qada şehîd Edîg hat lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê daxuyanî da. Hevserokê tevgera ciwanan a herêma Firatê Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevgera Ciwanan, bi rêya çalakiya konvedanê dixwaze dengê gelê herêmê ragihîne cîhanê ku ew êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevgera ciwanan dê berxwedana xwe ya li hember timayên dewleta Tirk a dagirker berdewam bike.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, şandeyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, deste û gerînendetiyên Rêveberiya Xweser ên li Kobanê serdana konê çalakiyê kir.

Çalakî wê heta 3 rojan berdewam bike. Sibe wê du şande ji navçeyên Şêran û Çelebiyê serdana konê çalakiyê bikin.

(şx)

ANHA