Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û Kampanya “Edalet Ji Bo Kurdan” ya bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest bi çalakiya Pirtûkxaneya Gerok kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya komkirina îmzeyan des pê kir
16 ÇILE, 2022   12:53
QAMIŞLO

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok, îro ji navçeya Amûdê dest pê kir. Pirtûkxane bi rêya baseke ku bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), her wiha bi pankartên bi nivîsên `Bi Dînemîzma Ciwantiyê Em ê Pergala Îmraliyê Bişkînin û Bi Rêber Apo Re Azad Jiyan Bikin`, `Dem Dema Azadiyê Ye`, `Ji Rêber Apo Re Azadî` û `Azadiya Rêber Ocalan Azadiya Gelan e` hatibû xemilandin.

Di hundirê Pirtûkxaneyê Gerok de parzename û dahûrandinên Rêber Abdullah Ocalan hebûn. Di gera pirtûkxaneyê de şêniyên navçeya Amûdê bi erebeyên xwe ve li pey basa pirtûkxaneyê li kolanên navçeyê geriyan.

Pirtûkxane tevî karwanê şêniyan, li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeya Amûdê rawestiya. Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol axivî û diyar kir ku bi dehan sal e ku tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, her wiha piştrast kir ku ew heta dawî li ser şopa Rêber Ocalan bimeşin.

Nîşan Herekol armanca çalakiya Pirtûkxaneya Gerok eşkere kir û got: “Em bi vê çalakiyê dixwazin pirtûkên Rêber Apo di nav hemû pêkhateyên herêma Cizîrê bigerînin, li aliyekî din jî em îmzeyên gel ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" kom bikin.”

Piştre Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Minewer Xalid axivî û di nava axaftina xwe de piştgirî da çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê.

Piştî axaftinan şêniyên navçeya Amûdê ji bo derxistina PKK ji “lîsteya terorê” îmzeyên xwe tomar kirin, her wiha ji bo wergirtina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan tevlî çalakiya Pirtûkxaneya Gerok bûn.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok dê heta 24`ê Çileyê dewam bike. Çalakî li ser asta Herêma Cizîrê ye û wê li hemû bajar û navçeyên herêmê bigere. Çalakî wê sibe li bajarê Qamişlo berdewam bike.

(sb)

ANHA