Rojnameyên erebî: Li Bûkemalê 5 endamên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî êrişa DAIŞ`ê ya li beyara Sûriyê, lehiyên li Hewlêrê û xwepêşendanên li Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Bûkemalê 5 endamên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Li Bûkemalê 5 endamên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin
Rojnameyên erebî: Li Bûkemalê 5 endamên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin
14 ÇILE, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BÛKEMALÊ 5 ENDAMÊN DÎFA EL-WETENÎ HATIN KUŞTIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivisî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişa DAIŞ`ê de li dijî nuqteyên Dîfa El-Wetenî li beyara Salhiyê ya nêzî bajarê Bûkemalê ya li gundewarên Dêrazorê, 5 endamên hêzên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin, cenazeyên gelek ji wan hatin şewitandin û 14 endamên din jî birîndar bûn.

SOHR`ê eşkere kir ku bi vê daneyê re di 24 saetan de hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El-Wetenî bû 8. Sêşemê li beyara Dêrazorê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatin kuştin û li derdora bajarokê Keşme yê Dêrazorê 5 endamên hêzên hikumeta Şamê di êrişa DAIŞ`ê de birîndar bûn.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku di çend saetên dawîn de di êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê de yên li ser nuqteyên DAIŞ`ê li deverên cuda yên beyara Sûriyê 11 çete hatine kuştin û 20 çeteyên din jî birîndar bûne.”

‘JI BER PLANSAZIYA NEBAŞ, HEWLÊR HER SAL BI REWŞÊN TRAJEDÎK RE RÛ BI BÛ DIMÎNE’

Têkildarî lehiyên li Başûrê Kurdistanê rabûne rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Li paytexta Herêma Kurdistana Hewlêrê rewşeke trajedîk heye. Piştî barîna baranê ya giran ji sibeha pêncşemê ve li gelek taxên bajêr lehî rabû. Gelek rê û çerxerêyên sereke li bakurê bajêr qut bûn. Her wiha zirar gihaşt bi dehan mal û erebeyan. Xeta kehrebeyê ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de qut bû.

Sedema vê yekê jî vedigere lewazbûna binesaziyê û nebaşiya plankirina projeyên avahiyan.

Qeymeqamê Hewlêrê eşkere kir ku heta niha tu windahî ji ber lehiyan çênebûne, tenê zirarên madî çêbûne.”

‘LI LUBNANÊ ‘ROJA HÊRSBÛNÊ’

Girêdayî rewşa li Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Duh li Lubnanê rojeke cuda bû, gelekan navê "Pêncşema Hêrsbûnê" lê kir. Xwepêşendêran diyar kir ku rewşa aborî, darayî û civakî ya li welat aloztir dibe.

Duh li ser bangewaziya Yekitiya Ajokaran û Yekitiya Giştî ya Karkeran, ajokaran boykot kir. Ji ber wê tevgera çûn û hatinê bi awayekî beşî rawestiya.

Ji xwepêşendanên duh û encamên wê xuya dibe ku rewşa li Lubnanê ji bin kontrolê derketiye. Gelek çavdêr diyar dikin ku heke desthilata siyasî gavên cidî neavêje ku êş û azarên welatiyan sivik neke, dê rewşeke xeter li Lubnanê rû bide.”

(şx)