'PKK'ê li hember terorê destek da gelên herêmê'

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” kir û diyar kir ku PKK'ê li dijî terorê piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

'PKK'ê li hember terorê destek da gelên herêmê'
14 ÇILE, 2022   07:25
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Çalakiyên bi armanca derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" berdewam dikin.

29 kesayetên navdar ji siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, çalakvanên aştiyê, parlamenter, parêzer û hunermendar ‘Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan” ava kir û ji bo derxistina PKK`ê ji lîsteyên DYA û YE`yê kampanyayek ragihand. Dîsan jî li seranserî cîhanê çalakiyên bi vê armancê dewam dikin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên derxistina PKK`ê ji lîsteyan didomînin.

Welatiya bi navê Inûd Mihemed ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê axivî û got PKK piştevana gel e û banga mafên wan dike, ji lewma hemû gotegotên dijbertiya wê dikin, ne rast in.

Inûd Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû dewlet rastiya PKK`ê nas bikin, ger ne ji hebûna wê bûya em ê bi ewlehî û aramî nedijiyan. Gerîlayên PKK`ê em ji êrişan parastin. Ew in xwediyê têkoşîn û berxwdanê ku di oxira parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kedeke mezin da."

Welatiya bi navê Selma Ebdurehman jî diyar kir ku PKK banga mafên rewa yên gelan dike û ji bo parastina xaka Kurdistanê ji dagirkeran, gelek şehîd dan.

Di encama komployeke navneteweyî de PKK bi kuştina serokwezîrê Swêdê Olf Palme di 28`ê Sibata 1986'an de, hat tawanbarkirin û navê PKK`ê xistin ‘lîsteya terorê’. DYA`yê jî 1997`an û YE`yê 2002`yan navê wê xist lîsteyê.

Welatiya bi navê Eyde Hisên jî, li ser baweriya bi PKK`ê piştrast kir ku di encamê de bi hezaran ciwan tev lê dibin û got: “Daxwazên mafdar hene ku ji bo gelan banga wê dike.” 

Mesûc Mihemed jî got: “PKK nûnertiya hemû pêkhateyan û beşên civakê yên li cîhanê dike. Ji lew re gelek ciwan ji netewe û nasnameyên cuda tev lê dibin û banga maf û azadiya xwe dikin."

Mesûc Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Gerîla îro li şûna cîhanê şer dike da ku Rojhilata Navîn a demokrat were avakirin û tê de edalet û wekhevî misoger bibe, ji ber ku ev yekane rêya çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk, bi awayekî hovane û bi hemû çekên giran û yên qedexekirî êrişî gerîla dike."

Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê sala 2015'an biryar dabû ku navê PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ ya Yekitiya Ewropayê were derxistin.

Piştî 34 salan Serdozgeriya Komarê ya Swêdê sala 2019’an di civîneke çapemeniyê de girtina dosyaya kuştina Palme ragihand û diyar kir ku eleqeya Kurdan bi kuştina wî tune ye û kujer welatiyekî Swêdê yê bi navê Stig Engstrom e.

Parlamenterên Koma Meclisa Hemû Partiyan a Brîtanyayê (APPG) sala 2021’an daxuyaniyek da û tê de ragihand ku PKK nûnertiya gelê Kurd dike û bang li hikumetê kir ku li ser vê bingehê tev bigere.

(eh)

ANHA