​​​​​​​Malbatên şehîd Tolhildan û Serdem: Çalakiya me dê heta wergirtina cenazeyan bidome

Malbatên şehîd Tolhildan û Serdem di çalakiya li Sêmalkayê de de piştrast kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan, çalakiya xwe dewam bikin.

​​​​​​​Malbatên şehîd Tolhildan û Serdem: Çalakiya me dê heta wergirtina cenazeyan bidome
14 ÇILE, 2022   07:10
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Malbatên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên di encama kemîna çekdarên PDK’ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûbûn, tev li çalakiya konvedanê bûne.

Li bin konê çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ajansa me hevpeyvîn bi malbatên her du şehîdan re çêkir. Li ser vê yekê xwişka şehîd Tolhildan Raman, Evîn Temir axivî û got: "Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê ku 101 roj li pey xwe hiştin, bi armanca wergirtina cenazeyên ku destê PDK`ê di xwîna wan de heye, hat lidarxistin. Îdiaya kurdîtiyê dikin, lê di rastiyê de şerê gelê xwe dikin û kiryarên wan sûcên dewleta Tirk a faşîst derbas kir."

Evîn Temir bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî hemû sûcên PDK`ê bisekinin û piştgiriya çalakgeran bikin û wiha dewam kir: "Da ku cenazeyan şehîdan radestî malbatan bikin. Çalakiya me li Sêmalkayê dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan dê dewam bike."

Birayê şehîd Serdem Cûdî, Newaf Îbrahîm jî axivî û got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 101 roj e bi şev û bi roj li pêşiya deriyê sînor ê Sêmalkayê tê dikoşe û wiha dewam kir: "Heta ku em bi salan jî wiha bimînin dê çalakî berdewam bike, ji lew re divê hikumeta Başûrê Kurdistanê bizanibe girtina deriyên sînor hicteke û dixwaze bi rêya wê fişarê li çalakgeran bike."

Îbrahîm bi domdarî got: "Konê çalakiyê beriya ku deriyên sînor bigirin hatibû vegirtin û diviyabû PDK`ê şandeyek bişanda û bi daxuyaniyekê ji çalakgeran re bida xuyakirin ku tu eleqeya PDK`ê bi vê kemînê, tune ye. Her wiha cenazeyên şehîdên me jî radestî malbatan kiribana, wê demê me jî çalakî li dar nedixist."

Îbrahîm ev li axaftina xwe zêde kir: "Bihaneyên PDK`ê nayên qebûlkirin, ji ber ku dem demê bi hincetên bêbingeh deriyên sînor digire. Diviyabû cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikira û eşkere bigota, ev şehîdên azadiyê û Kurdistanê ne."

Di dawiyê de Newaf Îbrahîm diyar kir ku girtina deriyên sînor bi bihaneya "çûna ciwanan" nayê qebûlkirin û dê çalakî heta wergirtina cenazeyan dewam bike.

(eh)

ANHA