​​​​​​​Kazaxistan; nakokiya desthilatdaran, hilweşîna bilez û mudaxeleya Rûsyayê

Têkçûna bilez a ewlehiyê li Kazaxistanê ji bo gelekan surprîz bû. Lê Rûsya bi hêz û bilez mudaxele kir. Gelekan diyar kir ku Moskova dixwaze hegemoya xwe li herêmê zêde bike û ya dewletên din ên hevrik kêm bike.

​​​​​​​Kazaxistan; nakokiya desthilatdaran, hilweşîna bilez û mudaxeleya Rûsyayê
14 ÇILE, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊXNÛR

Di destpêka 2022`iyan de, li Kaxazistanê ya ku bi petrolê dewlemend, xwepêşendanên herî mezin li dar ketin. Ruxmî ku bi awayekî biçûk li rojavayê welêt destpê kir, lê piştre firehtir û di nava çend rojan de gihaşt bajarê herî mezin ê welêt Alamtî.

Tevî ku xwepêşendanên pêşîn li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê bûn, lê bû çirûskek. Gelek çavdêr destnîşan kir ku nîşankirina xwepêşendanan ku di encama bihabûna sotemeniyê de li dar ketine, tê wateya sadekirin û dizîkirina dengên xwepêşendêran e. 

Lêkolîner û pisporê bernameya Eurasia a Peymangeha Lêkolînên Siyasî yên Derve Maximilian Hess ji ajansa me re axivî û got, hilweşîna bilez a pergala 30 salan gelek surprîz bû.

Hess sedemên alozbûna rewşa aborî û lawazbûna rejîmê vegerandin enflasyonê, hêdîkirina aboriyê, genedeliya mezin û neberpirsyariya rayedarên rejîma Nazar Bayev ku gelek sûc kirin.

Li gorî raporan, destpêkê xwepêşendan ji ber bihabûna sotemeniyê li dar ketin. Lê bi awayekî hovane ji aliyê dewletê ve hatin çewisandin. Lê ji wan xwepêşendanan xuya bû ku nakokiyên hundirîn di navbera desthilatdar; serokê welêt û serokê berê de hene. Ji ber wê serokê Kaxazistanê, bi awayekî hovane xwepêşendan çewisandin. Alîkarî ji Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Giştî ya bi serkêşiya Rûsyayê xwest. Serokê Kaxazistanê Qasim Jomart Tokayev got, welatê wî rastî destwerdana çekdarî hatiye ku terorîstên perwerdekirî ji derve li dar xistine. Her wiha îşaret pê kir ku li Alamtî tenê 20 hezar terorîst hatin dîtin.

Tokayev wiha domand: “Ew terorîst perwerdekirî û gelek birêxistinkirî bûn. Ji navendeke taybet ve tên birêvebirin. Gelek ji wan bi zimanên biyanî diaxivîn. Li Almatî herî kêm 6 pêlên êrişên terorîst hene ku hejmara wan terorîstan 20 hezar bû.”

Hess di vî warî de got:  "Îdiayên nakok têkildarî revandina tevgera xwepêşendanan hene nexasim li Almatî bajarê bazirganiyê yê sereke ku paytexta berê ya bazirganiya navneteweyî û herêmî bû. Ji ber qedexeya li ser dezgehên çapemeniyê yê biyanî û qutkirina înternetê, gelek tişt ne zelal in. Lê ji xîtabê Tokayev û dubarekirina têgeha Derbeyê bi desteke biyanî, diyar dibe ku nakokiyeke hundirîn heye û dixwaze wê veşêre. Ihtîmal heye ku kesên li dora Nazar Bayev xwepêşendan bi kar anîn, da ku rejîma Tokayev hilweşînin. Niha jî Tokayev bersiva wan dide û wan digire.”

MUDAXELEYA RÛSYAYÊ

Şandina 2 hezar û 500 leşkerên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Giştî, metirsî çêkirin ku dibe Moskova aloziyê bi kar bîne û hegemoya xwe ya li Kazaxistanê xurtir bike ku di navbera Rûsya û rojava de stratejiyeke bi aldarî dimeşîne. Daxwaza bilez a serokê welêt ku ew hêz mudaxele bikin, gelek guman li dor xwe çêkirin ku nakokiyên hundirîn li ser desthilata heye.

Bilezbûna bûyeran ji bo gelekan surprîz bû, nexasim ku ev welêt ji nakokiyan dûr e. Lê ya herî zêde bi şok bû, bilezbûna mudaxeleya Rûsyayê di vî welatî de ye berovajî li Sûriyê rûdaye. Gelekan sedemên vê yekê vedigerînin van mijaran:

Ya yekemîn, piştgiriya hikumetekê ku alîgirê Rûsyayê ye û li gorî stratejiya Krimlenê ye.

Ya duyemîn, xurtkirina hegemoyê li herêmê li ser hesabê hevirkên din. Bi taybet ku Moskova di vê demê de bi pirsgirêkeke mezin re li Ukraynayê rû bi rû maye ku hewl dide tev li NATO`yê bibe.

Ya sêyemîn ew e ku Kaxazistan beşek ji Yekitiya Sovyet a berê ye û ji bo Rûsyayê gelek girîng e.

Ya çaremîn, saziyên leşkerî yên Rûsyayê û Kremlin Kazaxistanê wek rêyeke yekane dibîne ku dikare bi rêya wê fişarê li hêzên rojavayî bike ku daxwazên Moskova yên di gelek dosyayên girêk de qebûl bike, derbeyan li DYA, dewletên Ewropayê û heta Tirkiyê bixe ku li Sûriyê, li Lîbya, Qeremox û heta li Ukraynayê Rûsya aciz kir û dronên xwe şandin Ukraynayê da ku di êrişên li dijî hêzên alîgirên Rûsyayê de bi kar bîne. Her wiha li Kaxazistanê jî, Tirkiye Rûsya aciz kir ku xwest bi rêya wê fişarê li Rûsyayê bike da ku şertên wê qebûl bike.

Li gorî çavdêran, bûyerên li vî welatî rû dane, sînaryoyek bû lê Pûtîn nedixwest li sînorên başûrê Rûsyayê pêk were. Ji ber wê û ji bo ku xwepêşendan derbasî dewletên din ên soveyt û heta Rûsyayê nebin, hêzên Kremlin mudaxeleyî Kazaxistanê kir.

Lê li aliyekî din gelek çavdêr diyar kirin ku Rûsya baş kir dema bi lez mudaxele kir û rê li pêşiya Tirkiyê qut kir, yanî nehişt NATO mudaxele bike. Kazaxistan beşek ji Meclisa Tirkî ye ku ji dewletên bi zimanê tirkî diaxivin pêk tê (Tirkiye, Kazaxistan, Qirxistan û Ozbekistan).

Mudaxeleya bilez a Rûsyayê di vî welatî de ku baregeha herî mezin a Rûsyayê ya moşekên fezayî lê ye, ji bo Moskova gelek girîng e. Nexasim ku rê li pêşiya Tirkiyê girt ku hewl dide serfiraziyên împeratoriya osmanî yên riziyayî vegerîne. Nemaze derdora ji sedî 60`î niştecihên Kazaxistanê qebîle ne û dikarin bi rêya xîtaba olî wan bi kar bîne. Erdogan di vî warî de gelek baş e ku muslimanan bixapîne.

Beriya wê jî sala 2020`an dewleta Tirk şerê Qerebaxê di navbera Ermenistan û Ezerbeycanê bi kar anî, da ku hêviya xwe ya pêkanîna xewna împeratoriya tirkî pêk bîne, lê mudaxeleya bilez a Rûsya rê li pêşiya wê girt.

Xuyaye Rûsya sûd ji tecrubeya şerê Qerebaxê girt ku bilez gav neavêt û di encamê de Tirkiye cihekî xwe li Ezerbeycanê ava bike.

(şx)

ANHA