Mela Elî El-Hesen: Erdogan bi navê îslamê mizgeftan dike hedef û sivîlan dikuje

Mela û rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê Elî El-Hesen da zanîn ku Erdogan bi navê îslamê mizgeftan bombe dike û welatiyan dikuje, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gel koçber bike û herêmên wan dagir bike.

Mela Elî El-Hesen: Erdogan bi navê îslamê mizgeftan dike hedef û sivîlan dikuje
14 ÇILE, 2022   05:15
HELEB-ARIF SILÊMAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, armanca wê koçberkirina gelê herêmê ye.

Di 30’ê Kanûna 2021’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Zirganê êrişî Mizgefta Mezin a navçeyê kir û di encamê de kesekî ku li mizgeftê nimêj dikir, birîndar bû.

Rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Elî El-Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan îdia dike ku ew parêzvanê îslam û mislimanan e, lê misilmanan dikuje, bombebarana mizgeftên bajarokê Zirgan û Til Temirê nîşaneya vê yekê ne.

Elî El-Hesen wiha axaftina xwe domand: "Heke em hinekî behsa Efrîna dagirkirî ku li herêma bakurê Helebê, herêma ku herî zêde mizgeft lê hebûn, bikin em ê îdiayên Erdogan ên parastina îslamê bibînin. Piştî dagirkirinê dar qut kirin û malên xelkê talan kirin û her kes dizane ku ev yek di îslamê de heram e."

`ERDOGAN KUJER E, DIXWAZE DAGIRKERIYA XWE LI SER AXA SÛRIYÊ BERFIREH BIKE`

Elî El-Hesen Erdogan wekî sûcdar, terorîst û kujer bi nav kir û got Erdogan dixwaze axa Sûriyê zêdetir dagir bike û Împaratoriya Osmanî li herêmê vegerîne, Erdogan û çeteyên xwe mirov kuştin.

El-Hesen bal kişand ser hovîtiya Erdogan û êrişên dawî yên li ser Kobanê û got di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundên Kobanê de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, lingê zarokekî biçûk hate qukirin, ev yek sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Mela Elî El-Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca Erdogan di meşandina siyaseta xwe ya hovane de ku hewl dide gelê herêmê koçber bike, wê dagir bike, demografiya wê biguherîne û siyaseta tirkkirinê pêk bîne û bi navê îslamê welatên cîran dagir dike.

(dx)

ANHA