Yên ku PKK'ê dixin 'lîsteya terorê' bila şerm bikin

Yên ku PKK'ê dixin 'lîsteya terorê' bila şerm bikin
14 ÇILE, 2022   01:45

ŞUKRU GEDÎK

Netewedewleta Tirk ku li ser tunekirina Kurdan ava bûye, ji ber sûcên xwe yên di dema mêtingeriyê de dikeve kîjan babetê? Di dîroka Komara Tirk de kuştinên komî, cînayetên kiryarên wan nediyar, şewitandina gundan di kîjan kategoriyê de cih digire? Ya jî trajediyên mezin ên mirovî yên ji ber dagirkirna Rojava hatine kirin, çawa pênase dikin? Bi êrişên rojane jin, zarok, kal û pîran qetil dike. Wateya vê çi ye?

Dewlet xwedî wê serbestiyê ye ku her cure sûcan bike. Di hiqûqa navneteweyî de sûc tên pênasekirin. Dewleta Tirk ji van sûcan azad tê hesibandin. Her çend bi hezaran bûyer, agahî û belgeyên sûcên şer hebin jî, tu saziyên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî naxebitin.

DYA, welatên YE’yê bi bêdengiyê destekê didin sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Bi ser de jî desteka xwe ya leşkerî, siyasî, aborî, dîplomatîk û îstîxbarî bê navber didomînin. Bi xistina PKK'ê li 'lîsteya terorê' Kurdan ceza dikin.  

Divê ji bo parastina vî gelî çi were kirin, çawa tev bigerin? Neheqî ye ku dema mafê xweparastinê li dijî dewleta Tirk bi kar bînin, wek sûcekî terorê bê dîtin. Heke yek ji hezaran yekê sûcên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan kirine, li dijî her welatekî Yekitiya Ewropayê bihata kirin, dê cîhan rabûya ser pêyan û şer îlan bikira.

Ji bo ku PKK'ê bixin 'lîsteya terorê' sûcên nû çêkirine. Heta Olof Palme jî kirin qurbanî. Ji ber vê feraseta li Ewropayê hat afirandin, PKK krîmînalîze kirin. Têkoşîna azadiyê ya gelan qedexe kirin. Di şexsê PKK'ê de gelê Kurd bi darve kirin. Yên ku vê yekê li gelê Kurd rewa dibînin, sûcdar in. Yên ku PKK'ê dixin 'lîsteya terorê' divê ji kiryarên xwe şerm bikin û lêborînê ji gelê Kurd bixwazin.

Yekane hêza ku li hemû eniyan li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike PKK ye. Ji Kerkûkê heta Kobanê, ji Mexmûrê heta Şengalê li eniyên herî pêş ên hemû deveran gerîlayên PKK'ê hene. Her wiha DAIŞ têk bir ku ji bo Ewropayê jî belayeke mezin e. Lewma PKK'ê jî tevkarî li ewlehiya welatên YE'yê kiriye. Lê belê cihê şermê ye ku PKK hîna di 'lîsteya terorê' de ye û ev yek jî ji bo yên ev biryar daye, şermeke mezin e.

Gunehê ku Kurd bûne mêtingeh û mehkûmî koledariyê kirine, li stûyê wan kesan e ku PKK'ê dixin 'lîsteya terorê'.  Welatên ku biryar daye PKK'ê bixin lîsteyê, bi taybetî jî dewleta Alman, divê berdêla sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd bidin. Divê di zûtirîn demê de vê şaşiyê rast bikin.

Têkiliyên dewleta Alman ên bi Tirkiyê re ji Împaratoriya Osmanî heta roja îro dewam dikin. Ji ber têkiliyên xwe yên li ser esasê berjewendiyan, dibe hevkara sûcên li dijî Kurdan. Almanya teknîka pêşketî ya leşkerî dide dewleta Tirk û mîna ku li yahûdiyan kir, heman tiştî li Kurdan jî dike.

Dê erdnîgariya gelê Kurd bê dagirkirin, ziman û çanda wan bê qedexekirin, mafê wan ê siyasetê ji destê wan bê girtin, bên qetilkirin, dê mîna qurbanan bidin ber kêrê lê ew ê xwe neparêzin. Kî biryara vê dide, çima dide? Çima welatên Ewropayê şirîkên vê zilmê ne? Divê hesabê vê hovîtiyê bidin lê PKK'ê dixin 'lîsteya terorê' û vê zilmê mezintir dikin.

HEWLDANA AVAKIRINA DÎWARAN DI NAVBERA RÊBER APO, PKK Û GELÊ KURD DE PÛÇ E

Hêzên desthilatdar ên cîhanê, gelê Kurd mehkûm kir. Ji bilî mirinê tu rê li ber Kurdan nehiştin. Mafê parastinê bi têgeha terorê tê pênasekirin û lêgerîna azadiyê tê qedexekirin. PKK'ê dixin 'lîsteya terorê' û Rêbertiya wê girtî ye û tecrîdkirî ye.

Ewropa mîmarê tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo ye. Lêkirina dîwaran di navbera rêber Apo, PKK û gelê Kurd de hewldaneke pûç e. Rêber Apo îrade û rêberê gelê Kurd e. Partiya pêşeng a gelê Kurd PKK ye. Bê rêber û bê partî hiştina gelê Kurd, kuştina Kurdan e. Ji bedenê jêkirina serî, jêkirina dest û lingan e. Ya ku niha tê kirin ev e.

Lê belê Kurdan tu carî ev êrişkarî, ev bêrûmetî qebûl nekir û careke din qebûl nakin. Ew ê mafên xwe biparêzin û bi kar bînin. Heke dinya li pêşberî wan bibe yek jî, tu carî dest ji mafên xwe bernadin.

EM HEMÛ BI HEV RE DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN

Kampanyaya derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ji bo aşkerakirina kesên dijminahiya gelê Kurd dikin û li her derê parastina mafên me yên mirovî yên rewa, firsendeke girîng e. Em li ku dera cîhanê bin, divê em birêxistinbûna xwe temam bikin û bi dengekî bilindtir biqîrin da ku dawî li pêkanînên neheq, nehiqûqî, dermirovî yên li ser Kurdan bînin.

Divê gelê me bizane ku xistine pêvajoya tunekirinê û hemû destkeftiyên wan di xetereyê de ne. Divê azadiya rêber Apo misoger bike û têkoşîna ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' bê mezinkirin. Divê dewletên ku ev biryar dane jî, werin teşhîrkirin û gel û civak di vî warî de werin agahdarkirin.

Biryarên ku gelê me bê parastin dihêlin, PKK'ê dixin 'lîsteya terorê', rêber Apo mehkûmî mercên tecrîda girankirî dikin; ji bo Kurdan bê wate ne û tu rewabûna xwe nîn e. Divê bi vî awayî beşdarî li kampanyayê çêbe û bê serxistin.

ANHA