Emîne Osê: Gelê Sûriyê ne sûcdar in ku rewşa xwe zelal bikin

Emîne Osê got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina axa xwe kirin û ne mecbûr in mîna ku ew sûcdar in "lihevhkirinan "bikin. Emîne Osê bang li gelê Sûriyê kir ku bi lîstokên hikumeta Şamê neyên xapandin.

Emîne Osê: Gelê Sûriyê ne sûcdar in ku rewşa xwe zelal bikin
14 ÇILE, 2022   02:55
REQA- EHMED EL-ELÎ

Hikumeta Şamê ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, şerê wê dike. Çi bi rêya dorpêçkirinê yan jî bi rêya şaneyên veşartî be. Herî dawî hewl da li Dêrazor û Reqayê "Lihevkirinan " li gorî siyasetên xwe pêk bîne.

Lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsa wê dike, beriya niha li parêzgeha Derayê pêk anîbû ku ciwanên ên ku "Lihevkirin" pêk anîbûn, tev li şerê li çolistana Sûriyê kirin.

Têkildarî mijarê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê ji ANHA'yê re axivî.

Emîne Osê got: "Em lihevkirinên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin kirin, ku destpêkê li Dera bû, paşê li Dêrazorê û herî dawî li Reqayê pêk anîn, ne wekî hewldaneke cidî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dinirxînin."

'GELÊ HERÊMÊ AXA XWE PARAST Û NE MECBÛR İN WEKÎ SÛCDAR LİHEVKİRİNAN BİKİN'

Emîne Osê her wiha destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya axa Sûriyê parast û ne mecbûr in mîna ku sûcdar in ''lihevkirinan'' bikin û got: "Ev gav a ji aliyê hikumeta Şamê ve nayê qebûkirin. Bi rêya van lihevkirinan dixwaze fitne û tevliheviyê li herêmê biafirîne."

Emîne Osê eşkere kir ku hikumeta Sûriyê berjewendiyên gelên Sûriyê li ber çavan nedigirt û got, heger xema wê berjewendiyên gel bûye, şer û koçberiya bi milyonan xelkê sûrî çênedibû.     

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Em wekî Rêveberiya Xweser van kiryarên desthilatdariya Şamê şermezar dikin û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bi van lîstokan û lîsotkên din neyên xapandin ku dibe wan bixe nava şerekî ku ne ji bo berjewendiya welat e, lê tenê ji bo berjewendiya desthilatdariyê ye."

Emîne Osê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne sûcdar in û tu şaştî nekirine, berevajî vê yekê xaka xwe parastin ku ji ber ku wekî erkeke niştimanî li ser milê xwe dîtin.

''HİKUMETA ŞAM Jİ BERPİRSİYARİYA XWE YA ÇARESERKİRİNA KRÎZA SÛRİYÊ DİREVE''

Emîne Osê da zanîn ku gel nakevin nava lîstikên hikumeta Şamê  "Ji ber ku gel ji planên ku li dijî wê têne kirin hayedar e û armancên xwe baş dizane ku jiyaneke demokratîk hevbeş, ewlehî û îstiqrara herêmê ye."

Emîne Osê destnîşan kir ku armanc ji van lîstokên hikumeta Şamê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, di heman demê de da ku ji berpirsyartiyên xwe yên çareserkirina aloziya Sûriyê bireve ku gelek caran Rêveberiya Xweser banga diyalogan lê kir da ku aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê bal kişand ser pêwîstiya diyalogê û got: "Armanca Rêveberiya Xweser çareserkirina krîza Sûriyê ye û dirûşma me her tim parastina axa Sûriyê ye. Bêyî çareseriyeke siyasî li ser asta Rojhilat û Bakur Sûriyê tu çareserî li herêmên din pêk nayê."

(dx)

ANHA