ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2022
14 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 102 de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê Xebat Dêrikê di salvegera 10'an a şehadeta wî de, li goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema behsa Şoreşa Rojava tê kirin, şehîd Xebat û kesayeta wî ku tevahî gel pê bandor bûye tê bîra mirov. Şehîd Xebat bû sembol û nimûneya serbilindiyê. Hevalekî şehîd Xebat da zanîn ku hedefgirtina wî bi armanca têkbirina tevgera gel a şoreşgerî li Rojava bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Emîne Osê got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina axa xwe kirin û ne mecbûr in mîna ku ew sûcdar in "lihevhkirinan "bikin. Emîne Osê bang li gelê Sûriyê kir ku bi lîstokên hikumeta Şamê neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).            

- Şîraz Hemo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û da zanîn hêzên zilhêz fikirên rêber Ocalan ji bo xwe xetere dibînin û ji bo wê tecrîda mutleq li Îmraliyê û tevahî zindanan dimeşînin, lê fikirên Ocalan li Îmraliyê ji bo gelan bûne tirêj. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mela û rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê Elî El-Hesen da zanîn ku Erdogan bi navê îslamê mizgeftan bombe dike û welatiyan dikuje, her wiha diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gel koçber bike û herêmên wan dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîd Tolhildan û Serdem di çalakiya konvedanê de piştrast kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan, çalakiya xwe dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Netewedewleta Tirk ku li ser tunekirina Kurdan ava bûye, ji ber sûcên xwe yên di dema mêtingeriyê de dikeve kîjan babetê? Di dîroka Komara Tirk de kuştinên komî, cînayetên kiryarên wan nediyar, şewitandina gundan di kîjan kategoriyê de cih digire? Ya jî trajediyên mezin ên mirovî yên ji ber dagirkirna Rojava hatine kirin, çawa pênase dikin? Bi êrişên rojane jin, zarok, kal û pîran qetil dike. Wateya vê çi ye?

KURDISTAN

- Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga derxistina PKK`ê ji lîsteya "Terorê" kir û piştrast kir ku li dijî terorê PKK`ê piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Têkçûna bilez a ewlehiyê li Kazaxistanê ji bo gelekan surprîz bû. Lê Rûsya bi hêz û bilez mudaxele kir. Gelekan diyar kir ku Moskova dixwaze hegemoya xwe li herêmê zêde bike û ya dewletên din ên hevrik kêm bike. (BI WÊNE).

ANHA