Pêşbîniyên li ser siberoja Kazaxistanê: Dê zêdetir girêdayî Rûsyayê be

Kerîm Has diyar kir ku piştî destwerdana Rûsyayê ya li Kazaxistanê, dê welat bêtir girêdayî Rûsyayê be û Tokayev jî dê rejîma we ya yekzilamî bidomîne ku bi desteka Rûsyayê heye.

Pêşbîniyên li ser siberoja Kazaxistanê: Dê zêdetir girêdayî Rûsyayê be
13 ÇILE, 2022   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Çalakiyên li Kazaxistanê ev nêzî du hefteyan e di rojeva cîhanê de ne. Her çi qas xwepêşandanan ji ber zema petrolê dest pê kiribe jî, dîktatorî, gendelî û sîstema zordar sedemên girîng in ku kir ku Kazax derkevin kolanan.

Piştî xwepêşandan zêde bûn, hikumetê îstifa kir û li welêt rewşa awarte hate îlankirin. 164 hatin kuştin  û dora 10 hezar kesî jî hatin destgîrkirin.

Serok Kasim Comert Tokayev îdia kir ku hêzên biyanî li pişt çalakvanan in û çalakvan li derve tên perwerdekirin û ji Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî piştgirî xwest. Qirgizistan, Tacikistan, Belarûs û Ermenistanê ku endamên rêxistinê ne, bi pêşengiya Rûsyayê leşker şandin welêt. 

Welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Komî (RPEK), li hemberî xwepêşandanên li Kazaxistanê civîneke awarte li dar xist peyama serkeftinê da.  Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, rûdanên li welêt wek 'raperîneke terorê ya bi desteka derve' pênase kir û got wan welêt ji vê rewşê parastiye.

Li ser rûdanên li Kazaxistanê û bandora piştî vê yekê ya li ser Tirkiyê, em bi pisporê Rûsyayê Dr. Kerîm Has re axivîn.

Kerîm Has civîna RPEK’yê wek nîşandana hêzê nirxand û diyar ku ku niyeta hikumeta Kazaxistanê heye ku peyamê bide welatên Rojava ku "rewş di bin kontrolê deye". Dr. Kerîm Has diyar kir ku leşkerên di çarçoveya RPEK’ê de hatine şandin, dê di  demeke nêz de ji Kazaxistanê derkevin û da xuyakirin ku divê Tirkiye ji Kazaxistanê dersan bigire û got "Tirkiye bi rîskên wekî yên li Kazaxistanê re rû bi rû ye."

Hûn bûyerên li Kazaxistanê çawa dinirxînin, gelo ev bûyer ji nişka ve  qewimîn ya jî paşxaneyeke wan a dîrokî heye?

Li Kazaxistanê dem bi dem çalakiyên protestoyî hebûn. Welatekî ew çend bêdeng nîn e. Di sala 2019’an de dema Nazarbayev desthilat dewrî Tokayev kir jî tiştên wiha rû dan. Lê ji bilî vê, zema li ser qaz û petrolê asta dawîn bû. Ji hingî ve bihabûneke wiha çênebûye. Vê bihabûnê (zem) bi her awayî alozî çêkir. Li herêmên Jana Ozen, Akdav, Mangistav şîrketên petrol û gazê hene, lewma ferqa di navbera dewlemend û xizanan de gelekî zêdetir e. Mûçeyê kêmtirîn ê li Kazaxistanê di şeva sersalê de daket 140 dolarî. Ji ber vê yekê, xizan gelekî zêde ne. Kazaxistan welatek e ku xwedî dewlemendiyan e. Lê belê ji sedî 60’ê hinardeya Kazaxistanê li madenê tê endekskirin . Welatên ku xwe dispêrin enerjiya bi vî rengî, dewlemend û xizanên xwe hene. Newekheviya di belavkirina dahatê de li Kazaxistanê heye û li cihê ku xwepêşandanan dest pê kir, ev newekhevî gelekî zêdetir e. Li gorî min sedema bingehîn a protestoyan, sedemên sosyo-ekonomîk ên navxweyî ne. Her ku xwepêşandan berbelav bûn, daxwazên siyasî li dû hev hatin. Rexneyên li ser Nazarbayev zêde bûn, peykerê wî hate hilweşandin. Jixwe gelek îdiayên gendeliyê yên li dijî wî û malbata wî hene. Ev hefteyek e hem çapemeniya Rûsyayê û hem jî ya rojavayî dest bi weşandina wê gendeliyê kiriye. 3 keçên Nazarbayev rayedarên payebilind in, rêveberên şîrketan in û zavayên wî jî li ser şîrketên petrolê ne û vê yekê jî di civakê de bertek çêkir.

Serokê Kazaxistanê xwepêşandêr wek "terorîst" bi nav kirin û got wî fermana lêdanê daye polîsan. Gelo ev siyaset dê xwepêşandanan rawestîne? Tokayev çima rêbazeke bi vî rengî ceriband?

Nazarbayev di sala 2019 'an de posta xwe ya dewletê ji Tokeyev re hişt, lê Nazarbayev û ekîba wî weke hikumdarê sîwanî dest ji desthilatdariyê berneda. Bi vî awayî gendelî û domandina rêveberiya paşîn a siyasî di civakê de aciziyek bû.  Tokayev jî dema hat tayînkirin zilamê Nazarbayev bû. Tokayev berî ku bibe serok jî peyayê Nazarbayev bû. Bi salan wezîrê karên derve bû. Di dema Sovyetê de li Çînê wek dîplomatê Sovyetê dixebitî. Têkiliyên wî yên bi Rojava re jî ne xirab in, di NY'yê bi peywirên payebilind rabûbû. Lê ev 3 sal e dewlet duserî tê birêvebirin. Gel ji ber vê yekê xwest Nazarbayev îstîfa bike û ji siyasetê vekişe û ji Tokayev jî ev tek xwest.

Xwepêşandanan roja 2'yê Çileyê dest pê kir. Li 14 herêmên Kazaxistanê zem paşve hatin kişandin. Lê belê di 5'ê Çileyê de rewş guherî. Dema ku gel bertek nîşanî Nazarbayev da, Tokayev Nazarbayev ji serokatiya Konseya Ewlekariyê bi awayekî "nehiqûqî" dûr xist. Piştre hikumet ji peywirê girt. Şefê îstîxbaratê Kerîm Masîmov ji wezîfeyê dûr xist. Tokayev xwest berpirsyariyê bide ser kesên nêzî Nazarbayev. Ev xwepêşandan dikarîbûn 'bên tepisandin', bêyî desteka ji derve. Lê ji sedî 99’ê burokrasiya ewlekariyê de şikest çêbû. Di 5’m Çileyê de di nav xwepêşandêran de kesên çekdar derketin holê. Dibe ku yên ji derve hatî hebin, lê ekîba ku di nava îstîxbarat û burokrasiya ewlekariyê de cih digire û bi windakirina desthilatê re rû bi rû ye, li dijî Tokayev ev yek kir.   Li Kazaxistanê jî sîstemeke kastê heye, li herêman bi bandor e.  Dibe ku hin provokator ji bo ku desthilata Tokayev dimîne, derxistibin nav xwepêşandêran, xwestin wan xwepêşandêran terorîze bikin. "Bi awayekî jî bi ser ket." Ji ber ku di 2-5 'ê Çileyê de gelek kesên ku derketin kolanan bi aramî vegeriyan malê. Piştî 5'ê Çileyê, xwepêşandanên aştiyane veguherîn şerê di navbera klîkên burokrasiya ewlekariyê de.

Hin welatan ji bo destwerdanê gav avêtin. Rûsya, Ermenistan, Tacikistan, Kirgizistan û Belarûsê bi navê "hêza aştiyê" leşker şandin Kazaxistanê û herî dawî Civîna Rêxistina Aştiyê ya Komî hat lidarxistin. Van geşedanan bandoreke çawa çêkir?

Ev civîn nîşandana hêzê ye û tê wateya "rewş di bin kontrolê de ye." Ev peyamek e ku ne tenê ji bo kesên ku îtirazê li hikumeta Kazaxistanê ya bi serkêşiya Tokayev dikin, ji bo Rojava jî derbasdar e. Rûsya ji Rojava re dibêje "Min karî di nava 4-5 rojan de yekser dest di bûyerên li baxçeyê yê paş malê anku Kazaxistanê werdim û encameke erênî bi dest bixim." 

Tokayev got ji derve bi navê “terorîzmê” mudaxele heye û piştî 5'ê Çileyê derfet dît ku alîkariyê ji Rêxistina Peymana Aştiyê ya Komî bixwaze. Di çarçoveya RPEK’ê ya bi pêşengiya Rûsyayê de, divê bicihkirina hêzên Belarûs, Ermenistan, Tacikistan û Kirgizistanê bê nirxandin. Heke leşkerê Rûsyayê bi tena serê xwe biketa hundir, dibe wek dagirkerî bixuya.  Welatên din ên ji bilî Rûsyayê bi awayekî sembolîk leşker şandin. Ji sedî 90'ê wan leşkeran ên Rûsyayê ne. Rûsyayê got “Ez destekê didimTokayev”.  Hemû burokrasiya ewlekariyê beriya 5'ê Çileyê dudilî bû, lê belê dema Rûsya dakete meydanê, hemû hêz li pişt Tokayev bûn yek.  Di nava çend rojan de sîstemek hat avakirin. 

Ez bawer nakim ku têkoşîna di nava burokrasiya ewlehiyê de berdewam bike gava Rûsya li meydanê bimîne. Derket holê ku Kerîm Masîmov ê di 5'ê Çileyê de hat girtin, dê hemû sûcdarî li dijî wî bin. Dibe elîta siyasî û ewlehiyê ya alîgirê Nazarbayev bê tesfiyekirin. Tokayev bi alîkariya Rûsyayê ji bo li welêt serdestiyê ava bike, wek mirovekî yekdest li welêt serdest dibe.

Li Kazaxistanê, di dema pêş de em ê Tokayev bibînin ku pêgiriya wî ya bi Rûsyayê re gelekî zêdetir bûye ku desthilata xwe deyndarê Moskovê ye. Bi destûrdayîna ku ekîba Nazarbayev li welêt bimîne yan jî mal û milkên xwe biparêze, lê belê xwe ji têkoşîna siyasî bikişîne, dikare lihevkirinek bê kirin. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku Nazarbayev welat terikandiye. Lê bawer im li welêt maye. Heke mabe û zavayê wî ji şîrketên enerjiyê berpirsyar bimînin, em dikarin bibêjin ku di nava rikeberiya desthilatê de lihevkirinek çêbûye.

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken têkildarî leşkerên Rûsyayê yên diçin Kazaxistanê nerazîbûneke tund ji Rûsyayê girt. Blinken gotibû "Weke derseke ji dîroka nêz, dema Rûs carekê ketin mala we, êdî şandina wan gelekî zehmet e." Blinken bi vê daxuyaniyê dixwaze çi bibêje?

Ev têkoşîneke siyasî ya di navbera hêzên mezin de ye. Ne bawer im leşkerên Rûs li Kazaxistanê bikevin nava şeran. Ez bawer nakim ku li dijî Kazaxan gavên neyînî bên avêtin. Leşkerên Rûs dikarin tesîsên stratejîk, avahiyên hikumetê, tesîsên enerjiyê yên li Kazaxistanê biparêzin. Ez ne bawer im ku pêdivîya leşkerên Rûsyayê zêde bimîne û îhtîmal e ku ew dê bimînin. Leşkerên ku di çarçoveya RPEK’ê de hatine şandin, dê di demeke nêz de ji Kazaxistanê derkevin.

Serokê mafyayê yê ji Kazaxistanê yê bi nasnav 'Armanê Wehşî' Arman Diky li Kazaxistanê hatibû destîrkirin. Wêneyên wî bi gelek kesên din ên wekî Sedat Peker, Mevlut Çavuşoglu, Alaattîn Çakici re derketin holê. Rola Tirkiyê di bûyerên li Kazaxistanê de çi ye?

Di salên dawîn de rêveberiya Erdogan bi gelek mafya, lîderên narkotîkê û komên cîhadîst re gelek têkiliyên xwe yên nêz hene. Ya ku bi deşîfkirina Sedat Peker an jî yên din dibe, ev e. Mixabin rêveberiya li Tirkiyê hemû rêxistinên sûc ên li cîhanê dikişîne cem xwe û tev li sûcên zêdetir dibe.   Gendeliya 17-25'ê Kanûnê, bûyerên Geziyê, neqebûlkirina Kurdan a piştî pêvajoya çareseriyê, sûcên wê yên li gel DIAŞ’ê hem li Sûriyê hem jî li Iraqê roj bi roj zêde dibin. Rêxistinên sûcdar, cîhadîst, mafya, rêxistina terorê, lîderên DAIŞ'ê li Tirkiyê bûne meseleyên jirêzê. Ez bawer nakim ku Arman Diky bi zanebûn ji aliyê Erdogan ve şandibe Kazaxistanê.   Sefaleta hikumeta Tirkiyê bala serokên rêxistinên sûc dikişîne ser xwe.

Gelo ev rûdan dikarin bandorê li Tirkiyê bikin?

Li Kazaxistanê newekheviya dahatê pir zêde ye, gendelî didomin û zehmetiyên li welêt ên ji ber pandemiyê û zeman li Tirkiyê jî xuya dibin. Li Tirkiye çavkaniyên enerjiyê yên mîna yên li Kazaxistanê nîn in. Krîza aboriyê ya li Tirkiyê roj bi roj kûrtir dibe û di kaseyê de pere nemaye. Li Kazaxistanê dê rejîma otorîter bi Tokayev re xurt bibe û mijarên astengiyê derdixin, bên nixumandin. Lê belê ji bo êminkirina civakê dê alîkariya civakî û aborî bê kirin. Lê belê Tirkiye ne di pozîsyonekê de ye ku alîkariya sosyal bide de. Pêşeroja Tirkiyê ya di bin serweriya Erdogan de ji ya Kazaxistanê gelekî tarîtir e. Tokayev got li Kazaxistanê 20 hezar terorîst hene, Erdogan dibêje bi salan e li Tirkiyê bi milyonan terorîst hene. Hejmara mirovan a ku xistiye konsepta terorê, roj bi roj zêde dibe. Ji aliyekî ve krîza aboriyê ji aliyekî ve polîtîkayên terorîzekirina aliyên muxalîf, dikare rê li ber teqîneke mezin veke. Tirkiye yek ji wan welatan e ku divê ji Kazaxistanê dersê bigire. Tirkiye bi rîskên heman re rû bi rû ye.

Li welatên olîgarşî lê heye, demeke dirêj e krîz dewam dikin, wekî Kazaxistan, Azerbêcan, Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û li ser navê demokrasiyê ev tişt çêdibe. Rûdanên wekî yên li Kazaxistanê dikarin li kîjan welatî rû bidin?

Li her welatî dînamîkên cuda hene. Tirkmenistan welatekî gelekî girtî ye. Ew ji Koreya Bakur ne cudatir e. Krîza aborî lê heye, Kurbankulu Berdimihemedov dîktatorek e. Tirkmenistan bi dîtina min, di hundir de diteqe.  Dibe ku teqîneke civakî li ser civaka Tirkmen, avaniya herêmê, çanda koçberiyê, nebûna muxalefeta siyasî, nebûna azadiya medyayê û têkiliyên Tirkmenistanê bi cîhana derve re çêbe. Ev dê di demeke nêz de pêk neyê. Lê dema ku çêbe, dê hilweşîneke navxweyî be.

Li Kirgizistanê guherînên xwîndar ên desthilatê çêdibin. Di navbera Başûr û Bakur de cudahî heye. Sadir Nurgocojevîç Caparov  di sala 2020 'an de hatibû ser desthilatê. Têkiliyên eşîran jî li Kirgizistanê bi bandor in.  Cudahiya Ozbek-Qirgizan bi rengekî tê dîtin. Dibe ku li wir jî teqînên civakî çêbin. Rêveberiya Sadir Nurgocojevîç Caparov bi guhertinên destûrê yên piştî hatina ser desthilatê re bû desthilata yekzilamî. Gelek kes hene ku li bendê ne ku Caparov biheje.

Piştî Îslam Kerîmov, Şevket Mîrziyoyev li Ozbekistanê hinekî qada aborî xw siyasî rehet kir. Lê perspektîfeke aborî ya tam jî pêşkêş nake. Di civakê de jî nerazîbûnên aborî hene.

ANHA