Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!

Endamê Sekreterya Îmraliyê Engîn Atabey li ser geşedanên Aştî û Civaka Demokratîk bal kişand ser girîngiya kêliyê û got: “Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!”

Ergîn Atabey: Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye!
24 îlon, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Engîn Atabey ê di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin di nivîsa xwe ya kovara Ozgur Halkê de bal kişand ser girîngiya kêliyê. Nivîsa Ergîn Atabey wiha ye:

“Rêber Apo serdema ku em tê de ne wekî serdema “têkoşîna stratejîk” pênase dike. Armanca bingehîn a siyasî ya serdema têkoşîna stratejîk ew e ku Kurdan bi tevahî ji çembera qirkirinê derxîne û vê çembera qirkirinê parçe bike. Ji vî alî ve Kurd bi qasî ku ji rastiya hebûna sîstema qirkirinê ya li hemberî xwe tevbigerin, dikarin li gorî serdema têkoşîna stratejîk siyasetê pêş bixin.

Rastiya çembera qirkirinê nîşan dide ku Kurdbûna Azad ne hêsan e. Lê rastiyek e ku negengaz jî nîne. Pêngava ku Rêber Apo pêş xistiye, ji bo Kurdan derfeta parçekirina çembera qirkirinê û misogerkirina hebûna azad derxistiye holê. Di ratiyê de ev derfet ne nû ye. Di pêvajoya nîv sedsalî ya avakirina Kurdê Azad de, bi giştî deh salan carekê derfetên bi vî rengî derxistine holê. Lê belê me nekarî van derfetan binirxînin.

SİYASET HUNERA AFİRANDİNA DERFETAN E

Her pêngava ku Rêber Apo bi taybetmendiya xwe ya stratejîk û krîtîk pêş xistiye, bûye derfeteke mezin. Lê her derfet di heman demê de xetereyê jî di nava xwe de dihewîne. Jixwe her pêngav bi berçavgirtina xetereyan hatiye avêtin. Tiştek nekirin û domandina rûtîna asayî ne xetere ye û ne jî derfetê diafirîne. Rûtîn bêxetere ye lê derfetê jî çênake.

Pêngava avakirina civaka/neteweya demokratîk jî xetere û derfetê bi hev re dihewîne. Vê carê ji bo ku em rola xwe bi rêk û pêk bilîzin, heke em hem xetereyê hem jî derfetê li ber çavan bigirin û berê xwe bidin serdema têkoşîna stratejîk, azadiya hebûnê dikare pêk were. Tenê li ser derfetê an jî tenê li ser xetereyê sekinîn jî dikare bide windakirin. Nêzîkbûna wekhev a li ser herduyan meriv dikare bi pêş ve biçe. Di vê nuqteyê de Rêber Apo dibêje “Heke hûn rast li ser xetere û derfetê hûr bibin, hûn ê kêliyekê jî ji bîr nekin ku di nav lepên qirkirinê de ne; hûn ê her kêliyê di dil û mejiyê xwe de vê yekê hîs bikin û bijîn; ya duyemîn jî, hûn ê bi hişmendiya ku siyaset hunera nirxandina derfetan e, siyasetê hilberînin.”

Bi rastî jî xala ku me lê winda kiriye tam ev e. Em nikarin çembera qirkirinê heta hestiyên xwe hîs bikin û bijîn; em siyasetê wekî hunera afirandina imkanan û nirxandina derfetan nagirin dest. Wekî din, wekî ku Rêber Apo şîrove kiriye “Ne diyar e ka em siyasetê dikin an nakin.” Ev tespît gelekî hejîner e. Dema ku em difikirin em siyasetê dikin, gava em cesaretê dikin û lê dinêrin, em bi giranî dibînin ku em li gorî pîvanên wê siyasetê nakin.

SİYASET XWEDÎ NEFESEKE DİRÊJ E Û ÇAREYAN HİLDİBERÎNE

Rêber Apo dema ku diyar dike em hîna ji fêmkirina pîvan û şêwaza wî ya siyasî dûr in, dibêje “Siyaset xwîna ku di damar de diherike ye. Sedema ku ez ewqas bi telaş im, ji bo dabînkirina berdewamiya herikîna xwînê ye. Hûn bi mehan, bi salan disekinin, xema we jî nîne.” Helwesta me di şêwazekî wisa de ye ku herikîna xwînê dide rawestandin. Ger herikîna xwînê raweste, mirin pêk tê. Siyaset bi bazdana heta mirinê pêk naye. Xwîn pêdiviyên dil û mejî dabîn dike û çareyê diafirîne. Siyaset xwedî nefeseke dirêj e û çareseriyan hildiberîne. Ka me çiqas çareserî hilberandiye, cihê nîqaşê ye.

Bi salan e em li ser çi’ya polîtîkayê nîqaş dikin. Lê belê di vî warî de xalên ku em kêm mane hene. Rêber Apo dema ku siyasetê çareser dike, dibêje “Dersa bingehîn di siyaseta Kurdî de hostabûn e. Heke hûn vê dersa serokatiyê derbas bikin, hûn dikarin çembera qirkirinê bi temamî parçe bikin.” Nirxa vê dersê ji vî alî ve jiyanî ye; Ya yekem, siyaseta Kurdî “li ser pişta şêr siyasetkirin e.” Ya duyemîn jî, siyaseta Kurdî bi îcazetê û bi hêviya derfetan ji vî û wî nayê meşandin. Siyaseta li ser pişta şêr hewce dike ku mirov qet nekeve xwarê. Ketina xwarê dibe xwarina şêr. Siyaseta bi îcazet li dijî vîna azad, hêza cewherî û prensîba azadiyê ye. Siyaseta bi îcazet mirov dike kole û dirizîne.

Her du xal jî nîşan didin ku qada siyasetê qadeke bi alozî û tansiyon e. Alozî cewhera siyasetê ye. Lê belê wê şert û mercên şênber wê qada têkoşîna vê aloziya qada siyasî diyar bike. Ji ber vê yekê nikare bi lihevkirina mutleq an jî pevçûna mutleq ve were sînordarkirin. Xwe mehkûmî van mutleqan kirin, tê wateya nefêmkirina cewhera siyasetê û xwedîkirina bêçareseriyê. Sedema ku polîtîkayên Rêber Apo her carê me dixe “şokê”, encama jiyîna me ya li seran (uç) e. Rêber Apo li seran najî; ew gelekî rasteqîn e. Ji ber vê yekê aloziya siyasî vediguherîne afirînerî û çareseriyê. Ji ber ku em ber bi seran ve diçin, em nikarin tansiyona siyasî birêve bibin. Nemaze di serdemên diyalogê de, ji ber ku em xwe radestî lihevkirina mutleq an jî pevçûna mutleq dikin, em di fêmkirina tiştên diqewimin de zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê, bi wan rewşên xwe yên ku di cewhera siyasetê de nînin, gilîkirina me ya “çima wisa dikin, çima wisa dibêjin” dest pê dike. Rêber Apo dema van halên me çareser dike, dibêje “Hûn hîna ji fêmkirina A, B, Cya siyasetê dûr in.”

TEVLİHEVİYA ÎDEOLOJÎ Û SİYASETÊ

Ev rexne pêwîst dike ku em hemû jiyana xwe ya siyasî bipirsin. Ya me bêtir bêyî fêmkirina rastiyan, heta bêyî ketina qada rastîn a siyasetê, bi heqperestî û rastgoyiyeke kêm ji vir ber bi wir ve bezîn e. Dibe ku em heta mirinê bixebitin, dibe ku di bin şert û mercên herî giran de bi berxwedanî jiya bin an bijîn, dibe ku em rûbirûyê êşkenceyên herî hovane yên dîrokê bûbin; ev hemû ne mayîna li paş pîvanên siyasî rave dikin, ne jî diguherin. Rêber Apo dema ku şêwaza me ya siyasetkirinê wekî “siyaseta trajîk” pênase dike, dibêje “Hûn qet nikarin ji siyaseta trajîk derkevin.” Eşkere ye ku şêwaza me ya siyasetkirinê li pey me trajediyên mezin hiştiye.

Rêber Apo, hem sedemên nefêmkirina A, B, Cya siyasetê hem jî sedemên sekin û şêwaza me ya siyasî ya ku trajediyan hildiberîne şîrove dike û dibêje “Hûn têkiliya di navbera îdeolojî û siyasetê de rast ava nakin, hûn her duyan tevlihev dikin.” Yek ji sedemên bingehîn ên têkçûn û windakirina me ev e. Cihê ku divê em îdeolojîk bin em dibin siyasî, cihê ku divê em siyasî bin em dibin îdeolojîk. Dema ku ev têkilî rast neyê danîn, em ne hewcedariya xeta îdeolojîk û ne jî ya xeta siyasî pêk tînin. Di encamê de trajediyek ku ji derketina derveyî xetê çêdibe, dertê holê. Tişta balkêş ew e ku em di vî warî de ewqasî evîndarê xwe ne ku em ne hay ji trajediyên ku me afirandine hene, ne jî berpirsiyariya van trajediyan digirin ser xwe; em barê wan jî datînin ser milê Rêber Apo. Tevahiya hewldana wî jî ew e ku ji van trajediyên me re rêyek derketinê bibîne. Ji bo ku em A, B, Cya siyasetê rast fêr bibin û fêm bikin, hem jî ji bo ku em ji sekin û şêwaza siyaseta trajîk xilas bibin, dema avakirina têkiliya rast a di navbera siyaset û îdeolojiyê de hatiye û derbas dibe. Eşkere ye ku di vê serdema girîng a dîroka me de em nikarin bi siyaseta asayî ya berê bi rê ve biçin.

Di vê nuqteyê de dema ku xeta xwe ya îdeolojîk-siyasî şîrove dike, dibêje “Îdeolojî û siyaset bi hev re ne. Lê siyaset cuda ye. Ez ji sedî heştê bi siyasetê re dixebitim, hûn jî giranî didin îdeolojiyê. Hûn ji sedî pênc an deh bi siyasetê re dixebitin.” Ev ferqa siyasî ya di navbera me û Rêber Apo de, di heman demê de mesafeya di navbera me de û asta ku em di warê siyasetê de lê ne nîşan dide. Her wiha ev çareserî şaşbûna me ya bingehîn a li ser Rêber Apo jî nîşan dide. Em tam berovajî difikirin ku ew bêtir bi îdeolojiyê ve dixebite. Ev şaşbûna me ya giran îfadeya tevliheviya serê me ya di têkiliya îdeolojî-siyasetê de ye.

Dİ PRENSÎBÊ DE HİŞKÎ, Dİ SİYASETÊ DE NERMBÛN

Îdeolojî ronahî û prensîb e. Siyaset di ronahiya wê de û li gorî prensîban pratîk e. Bêyî ronahî û prensîb pratîk nabe. Bêyî pratîkê jî prensîb û ronahî bi serê xwe nikarin tiştekî ava bikin. Lê belê rêzikên xweser ên siyasetê hene. Siyaset qada azadiyê ye. Azadî diyardeyek e ku tenê bi siyasetê pêk tê. Di heman demê de siyaset qada çalakiya mirovên azad e. Her ku kûrbûna siyasî û asta pêkhatinê kûr dibe, ew qas azad dibe.

Kesek ji me nîne ku perspektîfa Rêber Apo ya “di prensîbê de hişkî, di siyasetê de nermbûn” nizanibe. Lê gava dor tê pratîkê, em her duyan tevlihev dikin. Di siyasetê de para nermbûnê bêsînor e. Heta pir caran wisa xuya dike ku bi prensîbê re nakok e. Sedema ku em li hember nermbûna siyasî ya Rêber Apo şok dibin ev e; ji ber ku me prensîb xistiye qaliban. Ji vî alî ve dibêje “Hûn di hişkiya îdeolojîk û nermbûna siyasî de winda dikin.” Em hemû encamên neyînî yên windakirina xwe ya di vî warî de bi Rêber Apo didin jiyîn. Em nikarin li gorî rêzika bingehîn a siyasetê prensîbê biparêzin û nerm bibin. Wekî tê gotin, em dibin kevir. Tişta ku em nikarin ava bikin, hevsengiya di navbera prensîb û nermbûnê de ye. Jixwe ev ne ew qas hêsan e. Lê heke em di siyasetê de xwedî îdîa bin, divê em vê ya zehmet jî pêk bînin.

Di vê xalê de taybetmendiya siyasetê ya wekî hunera rastiyê derdikeve holê. Dema ku Rêber Apo dibêje “divê hûn siyasetê di asta hunerê de bimeşînin”, ew balê dikişîne ser şêwaza me ya kêm û serberdayî ya di siyasetê de. Huner bi serê xwe bûyereke hostatî û nazikiyê ye. Nexasim gava mijar dibe siyaseta Kurdî, hê bêtir hewceyî hunermendiyê ye. Ji ber ku di nav lepên qirkirinê de ye, pratîka Kurdî ya siyasetê têkoşîna herî dijwar a cîhanê ye. Helwesta me ya li hemberî vê dijwariyê an teslîmbûn e an jî şêwaza “ya herro ya merro” ye. Şikestin an şikandina me ji ber wê yekê ye ku me asta pêkanîna siyasetê wekî hunera rastiyê bi dest nexistiye.

Encama van hemûyan ew e ku em bi dogmayên îdeolojîk siyasetê dikin. Em dogmaya îdeolojîk wekî prensîb dihesibînin. Prensîb ew e ku pêş dixe, diguherîne û cawaziyê diafirîne. Dogmatîzm pêşketin, guhertin û cudahiyê çênake; ser de jî felc dike. Di rastiyê de em di qada siyasetê de felcbûyî ne. Lê ji bo ku em vê yekê veşêrin, em xwe dispêrin taybetmendiyeke din a dogmatîzmê ya ku heqperestî/rastgoyî ye. Em xwe dispêrin îdeolojiyê û vedibêjin ka em çiqas rast û mafdar in.

SİYASETA JİYANÊ Û YA KÊLİYÊ KİRİN

Ev jî nexweşiyeke çepgiriyê ye. Çepgirî xwe dispêre rastiya îdeolojîk û têkçûna xwe ya di qada siyasî de vedişêre. Lê belê heta ku di warê siyasî de serkeftin neyê bidestxistin, rastbûna îdeolojîk ti wateyekê nade. Çepgirî bila çiqas bixwaze behsa mafdarî û rastbûna xwe bike, nikare ji marjînalbûnê xilas bibe. Mixabin, asta me ya di siyasetê de nîşan dide ku me ji vê nexweşiyê gelek tişt girtine.

Siyaset herikbar e. Diherike nava her beşa civakê. Ji bo vê yekê jî divê wekî kêlîkî û rojane ji nû ve were hilberandin. Rêber Apo bi balkişandina li ser prensîba Lenîn a “Heke hûn di 24 saetan de taktîkê neguherînin hûn ê têk biçin” û dibêje “Divê hûn her kêliyê hişyar bin, her kêliyê rêbazan biguherînin.” Ew li ser çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina pêdiviyan a rojane hûr dibe. Lenîn dema rojanebûna siyasetê pênase dike, dibêje “Duh zû bû, sibê dereng e, niha dema wê ye.” Dema ku di siyasetê de ew kêlî hat girtin, pêşketin çêdibe. Yek ji sedemên ku em nikarin wê kêliyê bigirin ew e ku em siyasetê pirtûkî digirin dest. Rêber Apo dibêje “Siyaset xwe dispêre tecrûbeyê. Ne wekî ku di pirtûkan de hatiye nivîsandin e.”

Mixabin aliyê me yê fêrbûna ji jiyanê ku jê re tecrûbe tê gotin gelekî qels e. Em ji tecrûbeya siyasî ya Rêber Apo çiqas fêr dibin? Em nikarin bi hêsanî bersiva vê pirsê bidin. Şabloniya me ya di siyasetê de bi pirtûkîbûna me ve girêdayî ye. Em hewl didin tiştên ku me ji pirtûkan fêr bûne di siyasetê de bisepînin. Dema ku em tengav dibin, em dîsa û dîsa li pirtûkê dinêrin. Lê divê em li bixwe ya diyardeyê binerin. Siyaset ne pirtûkî ye; pirtûk ya giştî pênase dike. Siyaset xweserî ye; sepandina perspektîfa giştî li ser xweseriyê ye. Ji bo Rêber Apo cihê fêrbûna siyasetê pratîk e, ango jiyan e. Ew teoriyê jî ji pratîkê hildiberîne. Yek ji sirrên serkeftina wî jî ev e. Di dawiyê de siyaset ji bo gel tê kirin. Xwedîderketina gel li hişmendiya cewherî, birêxistinkirin û çalakkirina wî cewhera siyasetê ye. Nemaze ji bo serdema têkoşîna stratejîk û parçekirina tevahî ya çembera qirkirinê ya ku em tê de ne, ev yek hê bêtir derbasdar e.

BERFİREHİYA CİVAKÎ Û AVAKİRİNA DEMOKRATÎK

Nermbûna siyasî di vê xalê de derbasdar e. Têkildarî hemû Kurdên li welat û li Rojavayê Tirkiyeyê, derbaskirina sînorên îdeolojîk û vekirina riya tevlêbûna wan a di avakirina civak/neteweya demokratîk de pêwîstiya siyasetê ye. Potansiyeleke bi vî rengî heye; bes bila bi qalibên îdeolojîk dûrxistin çênebe. Têkiliya bi her kesî û her beşî re ferza nermbûna siyasî ye. Ji bo vê jî divê em kesayetiya ku direvîne, dijber dike û şer derdixe derbas bikin. Divê em aramiya heqperestiya îdeolojîk û qalibparêziya ku di sînorên heyî de dimîne têk bibin. Bi heman awayî divê em ji bo beşên kedkar, gundî, ciwan, bawermend, sosyalîst û sosyal demokrat jî siyasetê hilberînin.

Bi perspektîfa Komara Demokratîk û civaka demokratîk, bereketa siyasî ya bi vî rengî ferz e. Her yek ji me li benda çareseriyê ye. Lê çareserî ji cihekî din nayê. Çareserî ew vîna xweser û azad e ku bi afirîneriya siyasî avakirina komara demokratîk û civaka demokratîk pêk tîne.