ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-01-2022
13 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 101’an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê cenazeyê xebatkarê Heyva Sor a Kurd Mihemed Mihemed, ku ji hêla şaneya çeteyan li kampa Holê hatiye hedefgirtin ve, li goristana gundê Şerşê yê rojhilatê Hesekê oxir dike. saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke girseyî ji şêniyên Hesekê û gundewarên wê re li dar dixe. Dê di civînê de rapora xebata meclisa rêveber û desteyên wê were xwendin û nîqaş li ser werin kirin. Dê civîn li hola Serdem a Çandê li dar keve. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx Ednan Ilêwî diyar kir ku li gorî yesayên îslamê, kesên mizgeftan hildiweşînin ne bawermend in. Ilêwî xîtabî oldar û zanistên li Tirkiyê kir û got, ma gelo hûn nabînin malên xwedê têne hilweşandin, We fetwa da ku divê ev mizgeft werin topbarankirin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Rûken a kantona Hesekê Enes Hemîd hişyarî li ser bandorên "çareserkirinê" ku hikumeta Şamê hewldana pêkanînê dikin, da û got: "Ev yek berdewamkirina siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe ye." Hemîd teqez kir bi diyalog û naskirina Rêveberiya Xweser krîza Sûriyê çareser dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta TC’ê ya dagirker ku li deverên dagirkirî sûc dike, komên çete û MÎT 30’ê Kanûnê li Enqerê li hev rûniştin. Diyar bû di civîna navborî de çeteyan ji dewleta Tirk pere û çek xwestine.

ANALÎZ

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê bê navber berdewam dikin. Jîngehên gel bombebaran dikin, gelê sivîl qetil dikin û hewl didin Kobanê bê mirov bihêlin da ku bikarin bê hêsanî dagir bikin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Kerîm Has diyar kir ku piştî destwerdana Rûsyayê ya li Kazaxistanê, dê welat bêtir girêdayî Rûsyayê be û Tokayev jî dê rejîma we ya yekzilamî bidomîne ku bi desteka Rûsyayê heye. (BI WÊNE).

KURDISTAN

-Gelek çalakger û kesayetên nîştimanî got, PKK’ê partiyekî mirovahî ye ku nûnertiya gelê Kurd û gelên bindest dike û teqez kir ku ew piştgiriya hemleyên ji bo rakirina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hunermendên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê piştgiriya xwe ji gerîlayan re anî ziman û got, dê dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk biçe, ji ber gerîla xeta berxwedan û fedekariyê esas girtiye û xwe dispêre hêz û vîn gel. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongra Star li Qamişloyê bi boneya salvegera damezrandina 17’an li stada Qamişlo şahiyekê li dar dixe, her wiha li Kobanê jî bi heman boneyê Kongra Star li hola Firatê şahiyekê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera damezrandinê ya 17’an Kongra Star a Hesekê çalakiyên cuda li navçe û bajarokên Hesekê; Dirbêsiyê, Şedadê, Hol û Til Temirê li dar dixe. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komeleya Şawîşka, Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara, Rêxistiana Astê û Rêxistina Reng li pêş navenda NY’yê ya li Qamişloyê ji bo şermezarkirina kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê protesto dikin. saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî pişta xwe dide "hîsa neteweyî" da ku partî bersiva wî bidin û civîna meclisa wezaretan li dar bixe. Lê hîna helwesta gelekan heman e ku meclisa wezaretan betal bibe. Lê gelo sedem çi ne û kî sûdwar e? (BI WÊNE).

ANHA