​​​​​​​Krîza siyasî ya li Lubnanê xirabtir dibe

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî pişta xwe dide "hîsa neteweyî" da ku partî bersiva wî bidin û civîna meclisa wezaretan li dar bixe. Lê hîna helwesta gelekan heman e ku meclisa wezaretan betal bibe. Lê gelo sedem çi ne û kî sûdewar e?

​​​​​​​Krîza siyasî ya li Lubnanê xirabtir dibe
13 ÇILE, 2022   07:15
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Hîna dîmena hikumeta Lubnanê li gel "girêka" lêpirsînerê edlî dozger Tariq El-Bîtar asê maye. Ji ber Hizbullah û Tevgera Emel çarenûsa meclisa wezaretan bi dûrxistina El-Bîtar ve girê didin ku wek şertekê ji bo rakirina qedexeyê ji bo lidarxistina meclisê datîne û heta niha tu guhartin di vê helwestê de çênebûye.

Helwestên siyasî li hember betalkirina civînên meclisa wezaretê îşaret bi pêşxistinê nakin ku di demeke nêz de meclis were lidarxistin. Tevî ku peywendî di navbera Mîqatî û Hizbullah de pêk tên. Lê doza lêpirsînerê edlî hîna jî hêmanekî pirsgirêkê ye ku helwesta Hizbullah û Tevgera Emel a îstîfakirina El-Bîtar nehatiye guhartin.

Mîqatî demeke dirêj ji peywendiyên li ser lidarxistina civînên wezaretê re veqetand, li kêleka wê jî jî serokê Lubnanê Mîşêl Ewn banga lidarxistina vê civînê isar dikir. Lê Mîqatî helwestên Hizbullah û Tevgera Emel nas kirin û dest bi nîqaşên li ser daxwazên xwe kir û ev dualî şantaj nekir, da ku hikumet li hev bicive û krîzeke din çênebe. Her wiha Mîqatî gelek caran helwesta xwe nîşan da ku tu têkiliya hikumetê bi dosyaya dozgeriyê re tune ye û li gorî bingehên destûrê tu biryar werin dayîn, alîkariya wê dike.

Mîqatî bi darê zorê bû berpirsê betalkirina girîngtirîn saziya destûrê û ​​tîrên li ser qebûlkirina vê bûyerê wergirt, lê ew gihîşt baweriyeke kesane ku ev mijar bûye mijara çareseriyê, piştî ku wî tiştê ku wijdan û baweriyên wî yên neteweyî têr dike, kir. . Bi texmîna wî, têkçûna hikumetê kêmasiyeke pêkhateyê ye ku nayê paşguhkirin û têgînên peymanê dema berfireh bibin, dibin amûrê serdestiyê.

BETALKIRIN LI GORÎ BERJEWENDIYA KÊ YE?

Pirsa xwe di nava qada Lubnanö de xwe dide der, kî sûdwar e û ev betalkirina hikumetê ji berjewendiya kê ye? li ser vê yekê şîrovekarê siyasî Mihemed Nimir ji ajansa me re wiha got: "Betalkirina civînên meclisa wezaretê li gorî berjewendiyên Hizbullah de ye. Ji ber ew naxwaze pabendî tu lihevkirinên navneteweyî be, heke sûd tê de tune bin û li beramber parçebûnên nû li ser lihevkirinên bi sendoqa darayî re naxwaze derbasî merheleya hilbijartinan bibe û tedbîrên aborî û darayî naxwaze ku hîna rewşa herêmê eşkere nebûye. Her wiha danûstandinên nukleerê jî dê bi xwe re encaman li ser herêmê bîne."

Mihemed Nimir wiha domand: "Mîqatî di ragihandina xwe de ya piştî hevdîtina bi Ewn re ku dê banga lidarxistian meclisa wezaretê bike eşkere bû. Ew jî dema hevsengiyê wergire da ku lê binêre. Ji ber ew di vê demê de mijareke girîng e, beriya Hizbullah rageşiya li dijî Erebistana Siûdiyê, bi taybet li dijî Selman bin Ebdulezîz bilind bike."

Nimir teqez kir ku ne di hizra Hizbullahê de bû ku Miqatî, yê bi dorveger û hewldanên xwe yên dûrxistina ji cudahiyan tê naskirin, wê yekser bersivê bide Hizbullah ê ku vê bersivê qebûl nake, naxasim bang li wê kir ku xwedî li Lubnanê derkeve. Vê yekê Hizbullah bi hêrs kir û ferman da ku parlamenterên xwe ku bersiva Mîqatî bidin û careke din diruşma "rûmet û rêzdarî ji welat re" hildan.

Nimir da zanîn ku Mîqatî bandorên vê yekê dizane û ew hemû kaxizên xwe naxe paketa lidarxistina civîna meclisê. Ew weke pêngaveke altarnetîf di civînên hikumetê de berdewam dike û nîvê pirsgirêkê çareser dikin. Her wiha dizane ku derfetên çareserkirinê beriya hilbijartinên parlamentoyê pêk nayên, lê heke civîna wezaretê hat lidarxistin, ev tiştekî baş e û heke pêk nehat ew betal dike.

HESABÊN HILBIJARTINAN

Di vê çarçoveyê de şîrovekarê siyasî Mihemed Nimir diyar kir ku hesabên hilbijartinan di ser berjewendiyên niştimanî re ne, her aliyekî siyasî li gorî berjewendiyên xwe helwesta xwe nîşan dide.

Nimir diyar kir ku "Teyar El-Wetenî ya El-Hur " guman dike ku ew aliyê lawaz di hevsengiya siyasî ya heyî de ye û însiyatîfên ji bo "Helwestên guherîner" dike, da ku piştgiriya gel ku ji dest daye, vegerîne.

Nimir destnîşan kir ku ev yek dikeve çarçoveya îtîrazkirina li kolana xiristiyanî û têkiliya Teyar El-Weteni ya El-Hur bi Hizbullah re ji her du aliyan re pir girîng e. Ji ber pêdiviya Hizbullah bi hevkarekî xiristiyanî heye, her wiha pêdiviya Teyar El-Wetenî ya El-Hur jî bi hevalbendiyeke musliman heye ku lawaz nebe.

SÛDA JI DIYALOGÊ ÇI YE?

Ruxmî aliyên siyasî meclisa wezaretê boykot kirine, lê serok Ewn hîn jî têkildarî pêşniyara dawiya meha Kanûna derbasbûyî pêşkêş kiriye ya derbarê lidarxistina diyaloga yekitiya hemû partî û şepêlên Lubnanê ava bike de, danûstandinê bi gelek siyasetmedaran re dike.

Dema hevdîtina bi Ewn re, serokê bloka "Wefaa û Mûqaweme " ê nûnerê Hizbullah Mihemed Read got, rewşa welat krêtîk e û divê diyalog neyên rawestandin.

Her wiha bang li hevkarên xwe yên li welêt kir ku dev ji îtîrazan berdin û biaqlane tev bigerin, ji ber ku ev welat, welatê wan e û parastina wê ji erka wan e.

Ewn bi serokê " Kutleya Demane El-Cebel", parlamenter Telal Arselan re civiya û got, rewşa welat kambax e û gel zehmetiyan dikişînin, li aliyekî din jî kiryarên pêk tên sûcekî li dijî hemû lubnaniyan e.

Arselan diyar kir ku divê her tim diyalog hebin, di heman demê de tu kes rêgezên dan û standinê red neke. Bi wê yekê gelek caran û di rojekê de dikarin li hev bicivin, tevî ku belkî hin caran li ser hin xalan lihevkirin çênebe jî, lê di encamê de divê li gorî pîvanên demokrasiyê û biryarên civatê, tev bigerin.

Pirsa derdikeve holê ev e, gelo maseya diyalogê bi kesên ku beşdarî wê bûne re were kirin an têkbirin? Gelekî zehmet e ku diyalog werin lidarxistin çer ku dê nîqaşa, stratejiya parastin û nenavendîbûna rêveberiyê were kirin.

Pêwîstiya benda duyemîn bi guhartina destûrê heye, li ser vê yekê jî ne mumkin e ku ev mase bêyî beşdariya hemû aliyên civaka lubnanî yan jî partiyên Lubnanê were lidarxistin.

13`ê Cotmeha par lidarxistina meclisa wezaretê taloqî demeke ne diyar bû, ji ber ku wezîrên bi ser Hizbullah û Tevgera Emel ve, israra vekirina dosya teqîna bender kirin, da ku piştre lêpirsînerê edlî Tariq El-Bîtar ku bi vê dosyayê radibe îstîfa bikin. Ew jî piştî bi polîtîzekirinê hat tawanbarkirin.

necivandina hikumetê rê li ber girtina tedbîrên ji bo çareserkirina aloziyê girt. Ev jî ji hêla civata navneteweyî ve wekî " Di dîroka cîhanê de yek ji xirabtirîn hilweşînên darayî " tê binavkirin, ji ber ku pereyê neteweyî asta xwe ya herî nizm tomar kir, ji ber lîreya Lubnanê li hember dolarekî 30 hezar derbas bû û bi vî rengî li gorî  2019'an ji sedî 95 nirxê xwe winda kir.

(fr-eh)

ANHA