‛PKK partiyekî mirovahî ye û divê ji "lîsteya terorê " bê derxistin’

Gelek çalakger û kesayetên nîştimanî got, PKK’ê partiyekî mirovahî ye ku nûnertiya gelê Kurd û gelên bindest dike û teqez kir ku ew piştgiriya hemleyên ji bo rakirina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" dikin.

‛PKK partiyekî mirovahî ye û divê ji "lîsteya terorê " bê derxistin’
13 ÇILE, 2022   00:35
HELEB-SOZDAR WEQAS

Bi fişara dewleta Tirk û ji bo berjewendiyên wê, cara yekemîn Almanya di 1993’yan de qedexe li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ferz kir, dûvre Îsraîl, Fransa, Brîtanya û Amerîka. Piştre Yekitiya Ewropa navê PKK’ê xist "lîsteya terorê" û hîn jî tê de ye.

Dadgeha Belçîka li ser biryara dadgeha îtîrazê ya di 2019’an de hatiye dayîn erê kir ku PKK’ê ne "rêxistineke teror" e. Ji aliyê xwe ve jî Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Kurd di 13’yê Kanûna 2021’an de dest bi pêngavekê kir ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê rakirin. Di pêngavê de zêdetirî hezar kesayetên payebilind ji 30 dewletî amade bûn, ji wê zêdetir jî akademisyen, hunermend, parlamenter, siyasetmedar û nivîskar jî amade bûn.

Têkildarî mijarê, endama rêveber a Kongra Star a Helebê Gulistan Şêxo da zanîn ku ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û heta roja îro ve bû armanca hêzên desthilat û wiha got: "Bê guman gelek sedemên wê yên taybet hene. Ji ber PKK’ê û metoda wê ya îdoelojî ya rêber Ocalan metoda azadiya Kurdistanê ye. Ji lew re hêzên desthilat dîtin ku ev metod li ser wan û li ser modernîteya kapîtalîzmê xeter e û ji destpêkê ve êrişî wê kir."

Gulistan Şêxo behsa sîuqastkirina serokwezîrê Siwêdê Olof Palm di 1986’an de kir, ku PKK’ê bi qetilkirina wî hat tawankirin û ev tişt anî ziman: "PKK’ê bi qetilkirina serokwezîrê Siwêdê hate tawanbarkirin. Ji ber wê Almanya PKK’ê xist "lîsteya terorê". Lê tevî ku piştî wê rastî hatin eşkerekirin û destê PKK’ê ne tê de bû, lê hîna jî PKK’ê di "lîsteya terorê" de ye."

Gulistana Şêxo da zanîn ku PKK’ê partiyekî mirovahî ye û ji destpêka damezrandinê ve xwe dispêre  azadiya gelan. Ji hemû gelan û çînan mîna Kemal Pîr tev lê bûn. Gulistan Şêxo wiha domand: "PKK’ê nûnerê gelê Kurd û gelên bindest dike û mayîna wê heta roja îro di "lîsteya terorê " de bihaneyeke li dijî PKK’ê ye."

Gulistan Şêxo ev tişt got: "Em dikarin bûyerên 7 salên borî li Rojhilata Navîn bi hev ve girê bidin. Rêbertî beriya demekê daxuyand ku ew dikare krîza Rojhilata Navîn çareser bike û bigihîne çareyeke aştiyane, anku rê û kilîta çareseriyê di Îmraliyê de ye. Ji lew re dewleta Tirk tecrîda li dijî wî girantir kiriye. Heke navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" hat derxistin wê demê rêber Ocalan ji girtîgehê derdikeve."

Gulistan Şêxo piştgiriya xwe ji pêngavên ji bo rakirina navê PKK’ê  ji "lîsteya terorê" re nîşan da û wiha lê zêde kir: "Em ji vir ji Şêxmeqsûdê, dê her tim piştevaniya van pêngavan bikin. Ev erka me û ya tevahî şênî û gelan e da ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bikin."

Gulistan Şêxo bang li gelê Kurd kir ku li dora PKK’ê bicivin û piştgiriya wê bikin û destnîşan kir ku PKK’ê gel e û gel jî PKK’ê ye. Divê kesên navên wan têkevin lîsteya terorê komên çekdar ên bi piştgiriya dewleta Tirk ku herêmê hedef digirin, be.

‛EM DESTEKÊ DIDIN HEMÛ PÊNGAVAN’

Yek ji kesayetên welatparêz Xelîl Nasan wiha got: "Heke em li PKK’ê binêrin û li wateya karkeran binêrin, ev yek tê wateya nîştimanî û avakirina welat û ne teror e. Lê berjewendiyên navneteweyî û çapemeniya Tiriyê navê PKK’ê xist "lîsteya terorê"."

Nasan behsa kesên ji salên 1990’î de tev li refên têkoşîna rizgariyê bûne kir û ev tişt got: "Rêxistinên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk ku bi navê "Gurên Boz" li Ewropa belav bûne û kesayetan li Ewropa qetil dikin kir, lê tevî wê jî wan bi terorê tawanbar nakin. Lê PKK’ê ya ku bi parastina gel, welat, xak, zarok, rûmet û şeref dike bi terorê tawanbar dikin."

Nasan bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û dewletên ewropî kir ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" derxin.

Nasan wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li Rojava tê dikoşin û dê heta navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin tê bikoşin û em li dijî navê terorê û kiryarên wê ne û destekê didin tevahî hemleyên çapemeniyê."

(fr)

ANHA