Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kes bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 11 kes bi vîrusa koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 11 kes bi koronayê ketine
12 ÇILE, 2022   19:43
NAVENDA NUÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku li herêmê 6 mêr û 5 jin bi vîrusê ketin.

Daneyên wê wiha ne :

Hesekê : 1

Qamişlo : 6

Dêrik : 1

Tebqa : 3

Tê bibîrxistin ku bi vê daneyê re hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 37 hezar û 277 nexweşan di nav de hezar û 514 nexweş jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 516 nexweş baş bûn.

(şx)