Şêx Ednan Ilêwî: Kî mizgeftan hildiweşîne ne bawermend e

Şêx Ednan Ilêwî diyar kir ku li gorî yesayên îslamê, kesên mizgeftan hildiweşînin ne bawermend in. Ilêwî xîtabî oldar û zanistên li Tirkiyê kir û got, ma gelo hûn nabînin malên xwedê têne hilweşandin, We fetwa da ku divê ev mizgeft werin topbarankirin?

Şêx Ednan Ilêwî: Kî mizgeftan hildiweşîne ne bawermend e
13 ÇILE, 2022   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Şêx Ednan Ilêwî ji Weqfa Al El-Beyt a Herêma Tebqa, êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, ji wan ruxandina mizgefan û da zanîn ku xwedê mirov çêkir û ferman da ku ji hev hez bikin, bi aştî û hezkirin bi hev re bijîn, bi taybet bi cîranan re û wiha got: "Pêxember ferman da ku em bi dilovanî bi hemûyan re danûstandinê bikin, heta kesên li derveyî ola îslamê."

ꞌKIRYARÊN ARTÊŞA TIRK ZILM INꞌ

Şêx Ednan Ilêwî da zanîn ku kiryarên artêşa Tirk, zilm in û wiha axivî: "Ev serokkomarê desthilat zilma wî li ser ebdê xwedê hate eşkerekirin, lê ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, lê li dijî welatên ereban ên din jî zilmê pêk tîne. Artêşa xwe şand dewletan da ku welatiyan wan qetil bikin, destdirêjiyê bikin û diziyê bikin. Ev jî li gorî yesayên xwedê û sineta pêxember Mihemed binpêkirin e."

Şêx Ilêwî da zanîn ku sûcên Erdogan û artêşa wî pêk tînin, dûrî pîvanên îslamê ne û ev lê zêde kir: "Banga îslamê dikin û îdia dikin ku ji neteweya Mihemed in, lê ev kiryar ne li gorî xebatên pêxember in û em sûcên artêşa Tirk şermezar dikin."

Ilêwî anî ziman ku artêşa Tirk hewldana qirkirina gelê herêmê dike, isbata vê yekê jî beriya çend rojan bi balafirên bêmirov bajarê Kobanê hedef girt û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di çêkirina van balafiran ku dewleta sêyemîn a cîhanê ye serbilind e. Bi van balafiran jî gelek mirov qetil kirin, ji wan zarokên kêmî 6 saliyê bûn ku lingê wî hate qutkirin. Dê li pêş xwedê pirsa wê were kirin."

Şêx Ednan Ilêwî hedefgirtina artêşa Tirk ji mizgeftên navçeyên Zirgan û Til Temirê re di 30’yê Kanûna 2021’an de ku di encamê de welatiyekî nimêj dikr û birîndar bû, şermezar kir, her wiha gelek zirar bi mizgeftê bûn.

ꞌTU MIZGEFTAN HILDIWEŞÎNÎ WÊ DEMÊ CIHÊ TE DI BIHUŞTÊ DE TUNE YEꞌ

Şêx Ednan Ilêwî ji Weqfa Al El-Beyt a Herêma Tebqa xîtabî oldar û navendên zanistê yên li Tirkiyê kir, her wiha xîtabî kesên alîgariya siyasetên Erdogan û sûcên li dijî gelê herêmê dikin kir û got: "Ma gelo hûn li zarokên koçber, birîndar, sewal û çandiniya ji ber qutkirina avê hişk bûne, nanêrin? We fetweya vê yekê da. Ma gelo hûn nabînin malên xwedê tên hilweşandin?"

(eh)

ANHA