MÎT û serekên çeteyan li Enqerê civîneke veşartî kirin, çeteyan çi xwest?

Dewleta TC’ê ya dagirker ku li deverên dagirkirî sûc dike, komên çete û MÎT 30’ê Kanûnê li Enqerê li hev rûniştin. Diyar bû di civîna navborî de çeteyan ji dewleta Tirk pere û çek xwestine.

MÎT û serekên çeteyan li Enqerê civîneke veşartî kirin, çeteyan çi xwest?
13 ÇILE, 2022   01:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêewle bi dest xistine di peyameke hişyarîdariyê de ku ji bo komên çete yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û deverên din ên dagirkirî ne, ji wan re hatiye gotin di demeke nêz de ew ê bi tenê bimînin.

Diyar bû komeke biçûk a çeteyan a li ser navê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatî avakirin û peyama hişyariyê standine 30’ê Kanûna 2021’an çûne Enqerê, bi tevlêbûna 2 nûnerên MÎT’ê civînek kirine.

HÛN Ê BI TENÊ BIMÎNIN

Di peyama hişyariyê de ya ku ji bo çeteyan hatiye şandin, hatiye gotin dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyê gelek sûcên şer kirine, siberojê li dadgehên navnetewî dibe ku were darizandin, di rewşeke wiha de Tirkiye wê çeteyan tenê bihêle.

Jêdera ku agahî dayî diyar kir di şerekî mezin ê pêkan de ku bi çarçoweya êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê şer bêhtir wê bejahî be û leşkerên Tirk tevlî vî şerî nebe lê komên çete wê bişînin eniya pêş, li dijî Rojava-Bakurê Sûriyê wan bi tenê bidin şerkirin.

SEREKÇETE JI BO CIVÎNA LEZGÎN ÇÛNE ENQERÊ

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, xasma çeteyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku peyama hişyariyê standine, şandeyeke ji berpirsên komê ji bo ku bi MÎT’ê re civînê çêbikin pêşî çûne navçeya Serêkaniyê ya Bakur. Lê ji ber ku MÎT’ê ji wan re gotiye ji ber civîna nirxandina salê heye wê nikarin tevlî civîna li Serêkaniyê bibin, şandeya ji serekçeteyan pêkhatî 30’ê Kanûna 2021’an çûye Enqerê û civîn pêk anîne.

Di civîna berfireh a veşartî de ku li Enqerê bi tevlêbûna du rayedarên payebilind ên MÎT’ê pêk hatî, problemên aborî, ewlehî û leşkerî yên çeteyan ên li herêmên di bin dagirkeriya TC’ê de hatine gotebêjkirin û serekçeteyan ji MÎT’ê gelek tişt xwestine.

LI SER PEYAMA HIŞYARIYÊ ÇETEYAN BÊHTIR PERE Û ÇEK XWESTINE

Diyar bû serekçeteyên ku li ser peyama hişyariyê bi MÎT’ê re civiyane ev tişt ji MÎT’ê xwestine:

*Li hemû nuqteyên çeteyan zêdekirina lojîstîkê

*Mûçeya ku didin endamên çeteyan li gorî bihabûna jiyanê were zêdekirin û bi rengê dolare were dayin

*Ji bo ku di navbeyna çeteyan de problemên şexsî dernekevin bila leşkerên Tirk li hemû nuqteyên çeteyan be

*Hemû nuqteyên çeteyan bi droneyên biçek û keşfê werin parastin

*Bila dewleta Tirk li dijî peymana di navbeyna Rûsya û QSD’ê de helwesta xwe zelal be

*Çekên kêrhatî bila li hemû nuqteyên çeteyan werin bicihkirin

Li gorî agahiyên ku hatine standin rayedarên MÎT’ê gotine ew ê li vê bifikirin û piştre encamê ji wan re ragihînin.