Rohat Xelîl: Di sîstema nirxandinê de xwendekar bêhtir mafên xwe qezenc dike

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê sedema rakirina sîstema ezmûnên wekhev ji bo refên 9 û 12`an eşkere kir û diyar kir ku di sîstema nirxandinê de xwendekar bêhtir mafên xwe qezenc dike berovajî sîstema ezmûnên wekhev ku tê de mafê xwendekaran tê xwarin.

Rohat Xelîl: Di sîstema nirxandinê de xwendekar bêhtir mafên xwe qezenc dike
9 ÇILE, 2022   02:55
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di biryarnameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê de ya ku di 4`ê Çileyê de hat ragihandin ku sîstema ezmûnên wekhev ji bo refa 9 û 12`an hat rakirin, desteyê li şûna wê berdewamkirina sîstema nirxandinê ragihand.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl sedema vegerandina sîstema nirxandinê eşkere kir û got: “Li ser esasê ku xwendekar bi rêya sîstema nirxandinê bêhtir mafê xwe qezenc dike, me biryara guhertinê girtiye. Di sîstema nirxandinê de asta xwendekar bêhtir tê xuyakirin û xwendekar bêhtir bi dibistan û waneyên xwe ve tê girêdan.”

Li gorî sîstema nirxandinê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, xwendekar ji hemû aliyên xwe ve tê nirxandin mîna; reftar, karê malê, projeyên ku jê tên xwestin û tevlîbûna wî/wê ji waneyan re, her wiha di ezmûnên devkî û nivîskî jî de tê nirxandin. Di sîstema nirxandina de binkeftina xwendekar jî heye.

`DI SÎSTEMA WEKHEV DE BÊMAFÎ LI XWENDEKAR TÊ KIRIN`

Rohat Xelîl da zanîn ku wan di sala perwerdeyê ya 2020-2021`an de sîstema ezmûnên wekhev pêk anîbûn, ew tecrube bi serkeftî bi nav kir û wiha lê zêde kir: “Lê me dît ku sîstema nirxandinê bêhtir cihê xwe digire, di sîstema ezmûnên wekhev de mafê xwendekaran tê xwarin di heman demê de xwendekar tenê giringiyê didin refa 12 û 9 û qonaxên din yên mîna refa 7, 8, 10 û 11 paşguh dikin. Bi sîstema ezmûnên wekhev de em dibêjin bêmafî li xwendekar tê kirin.”

Pileyên refên din mîna 7,8, 10 û 11`an di sîstema nirxandinê de ji bo neyên paşguhkirin komî hev dibin û dabeşî 3`an tê kirin û encamê wê di dawiya salê de li encamê 9 û 12`an tên zêdekirin.

Têkildarî derxistina biryara guhertinê di sala 2022`an anku derengmayîna wê Rohat Xelîl wiha got: “Sîstema nirxandinê ji beriya niha ve li cem mamosteyên me heye ji destpêka salê ve heta dawiya wê nirxandina wan ji bo xwendekaran berdewam e, tenê ev biryara ji bo refa 12`an dereng ma, wê demê ji bo wan dema beriya ezmûna dawiya salê dê bê dirêjkirin.”

`DI SÎSTEMA NIRXANDINÊ DE PIRSÊN EZMÛNAN NENAVENDÎ NE`

Her wiha girêdayî nivîsîna pirsên ezmûnên refa 9 û 12`an Rohat Xelîl da xuyakirin ku dê pirs nenavendî bin û mamosteyên her dibistanekê wê pirsên xwendekarên xwe binivîsin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl destnîşanî xwendekarên xwendin serbest (Hur) kir û got: “Ezmûnên dawiya salê ji bo wan wekhev e, ji ber nirxandina wan di dibistana de tune ye.”Rohat Xelîl têkildarî derbasbûna xwendekarên refa 9`an a serbest ji bo refa 10`an da zanîn ku nîqaşên têkildarî vê yekê bi dawî nebûye.

Hejmara mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê di sala 2022`an de dighêje 18 hezar mamosteyî. Hejmara xwendekaran bi hemû qonaxan 200 hezar û 30`î xwendekarî ne jê refê 9`an 6 hezar in û refa 12`an 3 hezar û 400`in.

ANHA