Di êrişa li gundê Qeremoxê ya Kobanê de dîmenên birîndarbûna 3 jinan

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gundê Qeremox ê Kobanê de, kamerayan kêliyên ku 3 jin birîndar bûn kişandin.

Di êrişa li gundê Qeremoxê ya Kobanê de dîmenên birîndarbûna 3 jinan
8 ÇILE, 2022   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navenda bajarê Kobanê û gundên wê de welatiyek şehîd bû û 12 welatî jî birîndar bûbûn.

Di êrişa li ser gundê Qeremoxê ya  Kobanê de kêliyên ku 3 jinan birîndar dibin, di dîmenan de xuya dike. Kesên ku di êrişê de birîndar bûn ji aliyê şêniyên gund ve bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê.

Berevajî dîmenên di kamerayan de tên nîşandan û propagandaya ku êriş li ser sînorên me tên kirin, bi awayekî zelal tê dîtin ku dewleta Tirk rasterast êrişî gund û welatiyan kiriye.

ANHA