Ji bo zarokê ku di êrişa li ser Kobanê de lingê wî jêbûye kampanyaya haştagê

Ji bo pêştevaniya zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî yê ku di êrişa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de lingê wî jêbûye, kampanyaya haştagê hate destpêkirin.

Ji bo zarokê ku di êrişa li ser Kobanê de lingê wî jêbûye kampanyaya haştagê
8 ÇILE, 2022   20:12
KOBANÊ

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a îro ya li ser gundê Qeremox ê 18 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê de, zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî (4) bi giranî birîndar bû û lingê wî jêbû, her wiha 5 kesên din ji malbata wî birîndar bûn.

Ji bo piştevaniya Ebdo Henîfî kampanyaya haştagê " #Not_a_terrorist_I_need_my_leg ''  hate destpêkirin.

Bikarhênerên medya civakî elaqeyeke mezin dan kampanyayê û li gel haştagê wêneyên Ebdo Mistefa Henîfî parve kirin

Artêşa Tirk îro gundên Qeremox, Koran, Til Hacib, Xanê, Serzorî û Gultepe û Kobanê topbaran kir, di encamê de welatiyek ji gundê Xanê şehîd bû û 12 sivîl jî birîndar bûn. Birînên hin kesan giran in.

(eh)

ANHA