​​​​​​​Ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê bang li Konseya Ewlehiyê kirin

Siyasetmedar û welatiyan bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku di civîna xwe ya ku tê payîn îro li dar keve de biryarê bide ku deriyê Til Koçer were vekirin. Her wiha hişyarî da ku girtina deriyê sînor dê bandore neyinî li 5 milyon kes û milyonek penaber û koçber bike.

​​​​​​​Ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê bang li Konseya Ewlehiyê kirin
9 ÇILE, 2022   00:38
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Gelek alî hewl didin ambargoyekê li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin. Li rex girtina deriyê sînor ê Til Koçer ê bi Iraqê re, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her du deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.  Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê îro têkildarî deriyên sînor ên bi Sûriyê re civînekê li dar bixe.

Sala 2021`an deriyê sînor ê Til Koçer (Yarûbiyê) bi vetoya Rûsya û Çînê li pêşiya derbaskirina alîkariyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat girtin. Li hember wê vekirina deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê di bin dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên de ye hat erêkirin.

Şêniyên herêmê li bendê ne ku ev derî bê vekirin da ku alîkarî derbasî herêmê werin kirin ku derdora milyonek penaber û koçber ji Sûriyê û Iraqê dihewîne.

/kr/uploads/files/2022/01/08/212537_-.webp

Girêdayî armancên girtina deriyê sînor ê Sêmalka rêveberê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî ji ajansa me re axivî û got, deriyê sînor li gorî biryarên siyasî hat girtin.

El-Elî wiha domand: “Deriyê Til Koçer bi biryara Rûsya û hikumeta Şamê hat girtin. Ji ber ku her du jî naxwazin alîkarî bigihêjin pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. ”

'HEWL DIDIN VÎNA GELÊN HERÊMÊ BIŞKÎNIN`

Hisên El-Elî destnîşan kir ku aliyên ku deriyê sînor girtin, dixwazin vîna gelên herêmê bişikînin da ku Rêveberiya Xweser di warê siyasî de neyê naskirin. Her wiha armanc dikin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji hikumeta Şamê û Rûsyayê re deynin û tawîzan bidin wan.

El-Elî wiha berdewam kir: “Rûsya hewl dide hegemoya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike, mîna ku li rojavayê Firatê dike. Rûsya destûr da ku deriyê sînor ê Bab El-Hewa were vekirin ruxmî ku di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye  da ku alîkariyên ku digihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên hikumeta Şamê kontrol dikin.”

Siyasetmedar Hisên El-Elî destnîşan kir hikumeta Şamê ji kontrolkirina alîkariyan armanc dike siyaset û hegemoya xwe li ser gelên herêmê ferz bike, mîna xebatên lihevanînê yên ku li Derayê bi bin ketin da ku Sûriyê bi giştî ji nû ve kontrol bike.

El-Elî got, divê civata navneteweyî û NY`yê dev ji van biryarên xwe yên nerast ber din ku li dijî gelan in.

Hisên El-Elî bal kişand ser nakokiyên di biryarên NY`yê de û got: “Di 2014`an de NY`yê biryar bi hejmar 2165 girt ku li gorî wê divê hemû deriyên sînor ên li Sûriyê werin vekirin da ku alîkarî bigihêje gelên herêmê. Lê berovajî wê qewimî. Hemû deriyên sînor ên Sûriyê hatin girtin tenê yê Bab El-Hewa vekirî ma.”

El-Elî anî ziman ku ev biryar li gorî ajandeyên navneteweyî ne, mîna yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne û li dijî gelê Sûriyê ye. Her wiha hişyarî da ku heke deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser re girtî bimînin, dê bi awayekî neyînî bandor li koçber û penaberan bike ku pêwîstiya wan bi alîkariyan hene.

Siyasetmedar Hisên El-Elî bang li civata navneteweyî kir ku li biryarên xwe ji nû ve vegere, fişarê li Rûsya û Çînê bike da ku mafê veto di civîna bê de bi kar neyinin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji xwe dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê dikin, dewleta Tirk ava Firatê û stasyona Elokê qut kiriye. Li rex wê jî vîrusa koronayê belav bûye.”

/kr/uploads/files/2022/01/08/212604_-.webp

Têkildarî heman mijarê welatiyê bi navê Ebdurehman Baravî diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçer wê kerasetekê bi xwe re bîne, ji ber ku deriyê yekane ku alîkarî derbasî herêmê bibin û got: “Ev biryar derexlaqî û dermirovî ye. Barên şêniyên herêmê giran dike.”

/kr/uploads/files/2022/01/08/212624_-.webp

Welatiya bi navê Edle Misto jî got: “Destpêkê deriyên sînor mijareke mirovî ye û bazirganî ye. Gelo hûn dixwazin gelê herêm birçî bikin?”

Edle Misto got: “Çima deriyê sînor ê di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de vekirî dihêlin û deriyên sînor ên bi herêmên herî ewle re digirin? Li ber çavên civata navneteweyî deriyên dagirkeran vekirî ne, lê herêmên me deriyan digirin.”

/kr/uploads/files/2022/01/08/212637_-.webp

Welatiya bi navê Necwa El-Ebas jî got, girtina deriyên sînor ên bi Rojava re, li pêşiya gelên herêmê gelek zehmetiyan derdixin, nirxê kelûpelan biha dibin û madeyên jiyanî yên sereke kêm dibin û di encamê de dê kerasteke mirovî li herêmê çê bibe.

(şx)

ANHA