ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-01-2022
9 ÇILE, 2022   00:00

-Kongra Star a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 9'emîn a şehadeta her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşekê ji Amûdê ber bi bajarê Qamişlo ve li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê, Dêrikê, Çilaxa û Tirbespiyê bi meşan şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Kongra Star a navçeya Amûdê bi wesîleya salvegera şehadeta têkoşer Sakîne Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan semînerekê li navenda çand û hunerê ya Amûdê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Sêmalkaya çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne di roja 97'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hemberî zextên rejîma Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kir û got: " Rejîma Tirk wê li hemberî berxwedana girtiyan têk biçe û bi têkoşîna girtiyan wê doza me bi ser bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bertekên gel ên li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê didomin. Jinên Kobanê gotin dê dayikên Rojava her tim piştgiriyê bidin Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Tebqayê nerazîbûna xwe li hember girtina deriyên sînor li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û da zanîn ku ji bo wergirtina tawîzên siyasî ji Rêveberiya Xweser deriyên sînor digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hefteya borî, Rûsya êrişên xwe li ser "herêma bêçek" zêde kirine, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Li aliyek din serokê hikumeta Sûdanê Ebdullah Hemdok roja duşema borî îstîfa kir.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û welatiyan bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku di civîna xwe ya ku tê payîn îro li dar keve de biryarê bide ku deriyê Til Koçer were vekirin. Her wiha hişyarî da ku girtina deriyê sînor dê bandore neyinî li 5 milyon kes û milyonek penaber û koçber bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Kurd ên ku bi têkoşer Sakîne Cansiz re hevditîne kirine gotin: "Em hêza xwe ji vê hevdîtinê û têkoşîna şehîd Sakîne ya di girtîgeha Amedê de digirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê sedema rakirina sîstema ezmûnên wekhev ji bo refên 9 û 12`an eşkere kir û diyar kir ku di sîstema nirxandinê de xwendekar bêhtir mafên xwe qezenc dike berovajî sîstema ezmûnên wekhev ku tê de mafê xwendekaran tê xwarin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Şêwirmenda siyasetên navneteweyî ya Washingtonê Mereh El-Biqaî got, Rûsya nahêle alîkarî di deriyê sînor ê Til Koçer re derbas bibe,  armanca wê ji vê yekê ew e ku fişarê li Washingtonê bike û li Sûriyê bibe yekane hêza hegemonîk. Li aliyekî din nûnera MSD`ê ya li Washingtonê got, dosyaya mirovî wek kaxizekê fişarê were bikaranîn.

ANHA