​​​​​​​Dozên mirovî ji bo berjewendiyên siyasî tên bikaranîn!

Şêwirmenda siyasetên navneteweyî ya Washingtonê Mereh El-Biqaî got, Rûsya nahêle alîkarî di deriyê sînor ê Til Koçer re derbas bibe,  armanca wê ji vê yekê ew e ku fişarê li Washingtonê bike û li Sûriyê bibe yekane hêza hegemonîk. Li aliyekî din nûnera MSD`ê ya li Washingtonê got, dosyaya mirovî wek kaxizekê fişarê were bikaranîn.

​​​​​​​Dozên mirovî ji bo berjewendiyên siyasî tên bikaranîn!
9 ÇILE, 2022   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 9`ê Tîrmeha 2021`an de mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa heta 6 mehan dirêj kir. Ev derî di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê ku navê wê di lîsteya terorê de heye) de ye û deriyê sînor ê Til Koçer girtî hişt.

 

Ew dem di 10`ê Çileyê de bi dawî dibe. Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya NY`yê beriya wê bi rojekê anku di 9`ê Çileyê de civînekê li dar bixe û mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan nîqaş bike.

Beriya dirêjkirina borî, Irelanda û  Norwêc neçar man helwesta Rûsyayê qebûl bikin û reşnivîsa projeya ku berê têkildarî vê mekanîzmeyê ji konseyê re pêşkêş kiribû guhert.

Li gorî forma vê reşnivîsê ya bingehîn, divê dema mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê re were dirêjkirin. Ev mekaznîme were firehkirin ku deriyê sînor ê Til Koçer ê bi Iraqê re jî were vekirin.

Lê piştî fişarên Rûsyayê, ev reşnivîs hat guhertin, daxwazên vekirina deriyê Til Koçer jê hatin derxistin.

'ALÎKARÎ MAFÊN HEMÛYAN E'

/kr/uploads/files/2022/01/08/211934_-.webp

Şêwirmenda siyasetên navneteweyên ya Washingtonê Mereh El-Biqaî têkilarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Divê derî li pêşiya hemûyan vekirî bin. NY'yê dikare li her derê alîkariyên pêwîst bigihîne gelê Sûriyê çi di bin kontrola hikumeta Şamê de yan jî di bin kontrola opozîsyonê de be. Ev tiştek normal e. Lê ya xerîb ew e ku deriyek girtî bimîne, ev yek ji NY`yê re pirsgirêkeke mezin çêdike."

Girêdayî rola NY`yê Mereh El-Bîqaî got, divê NY fişarek mezin bike, da ku hemû deriyên sînor vekirî bin û wiha domand: "Ji ber ku em dizanin ku alîkariyên ku bi rêya hikumeta Şamê derbas dibin nagihêjin kesên hewcedar, lê belê bi awayekî bijarte tên belavkirin."

Mereh El-Bîqaî îşaret pê kir ku pêwîst e hemû deriyên sînor di nav de Til Koçerê bên vekirin da ku alîkarî bigihêje gelê Sûriyê û got, li gel şert û mercên heyî, nexasim li gel belavbûna koronayê ev alîkarî mafê hemûyan e.

Di 2014`an de Konseya Ewlehiyê cara yekemîn biryar da ku alîkarî bi rêya sînoran derbasî Sûriyê bibin. Alîkarî bi rêya Urdin û Iraqê hatin derbaskirin, lê ev xebat di 2020`an de hat rawestandin ji ber ku Rûsya û Çîn mafê veto li hember derbaskirina alîkariya bi rêya her du welatan ji Sûriyê re bi kar anî.

Mereh El-Bîqaî diyar kir ku dema mijar mirovî be û girêdayî alîkariyên pêwîst be, tu ferq di navbera bakur rojahilatê Sûriyê  û bakur rojavayê wê de tune ye, hemû sûrî ne û divê alîkarî di wextê wê de bigihêje sûriyan.

Ruxmî wê jî Rûsya nahêle alîkarî bi rêya deriyê sînor ê Til Koçer derbasî Sûriyê bibin, lê li aliyekî din derfetê dide ku alîkarî bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyan de derbasî Sûriyê bibin.

'JI BER NEGIHAŞTINA ALÎKARIYAN, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI XETERIYÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ YE'

Girtina deriyê sînor ê Til Koçer bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon niştecihên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derdora milyonek koçber û penaberî kir. Her wiha bandor li bi sed hezaran malbatên DAIŞ`ê dike ku Rêveberiya Xweser bi wan re mijul dibe.

Derbarê xeteriyên girtina deriyê sînor û negihandina alîkariyan ji herêmê re, Mereh El-Biqaî got:" Xeteriyên mezin hene. Ya yekemîn pandemiya koronayê ye ku xeteriyeke cîhanî ye. Di heman demê de li herêmên ku eleqedariya tenduristiyê lê heye xeteriyê çêdike. Wê demê rewş li herêmên nakok û şer çi ye ku şertûmercên tenduristiyê yên guncew û paqijî lê peyda nabin. Ev rewşa tenduristiyê aloztir dike û dihêle pandemî zêdetir belav bibe.

Şêwirmenda siyasetên navneteweyî ya Washingtonê Mereh El-Biqaî diyar kir ku pandemiya koronayê, gelek xeter e. Gelek girîng e ku alîkariyên tenduristiyê bigihêjn herêmê bi taybet kampan ku embargo li ser heye û madeyên germkirinê di siviztanê de tê de peyda nabin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ev tiştek ji bo me û xelkê me yê li wir gelekî metirsîdar e."

'RÛSYA DIXWAZE TENÊ LI SÛRIYÊ SERWER BE JI BER WÊ FIŞARAN DIKE'

Têkildarî bikaranîna mafê veto li dijî biryara vekirina deriyê Til Koçer ji aliyê Rûsya ve, Mereh El-Bîqaî ev yek diyar kir: "Rûsya alîkariya hikumeta Şamê dike û hemû cureyên çekan jê re pêşkêş dike ku pê sivîlan bikuje. Ji ber wê tiştek ne xerîb e ku Rûsya vê yekê bike. Armanca din siyasî ye ew e ku dixwaze fişarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike. Em dizanin ku gelek rayedarên Amerîkayê di sêrî de nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê birêz Linda Thomas Greenfield serdana deriyên sînor ên bi Tirkiyê re kirin. Ji wir gelek peyam da ku divê ev derî, di nav de deriyê Yarûbiyê vekirî bimînin. Deriyê sînor ê Yarûbiyê (Til Koçer) ji vê daxuyaniyê neyê istisnakirin. Pêwîstiya van herêman bi vekirina deriyekî sînor heye ku alîkarî bi rêya wê derbasî herêmê bibin. Helbet Rûsya bi girtina vê deriyê dixwaze fişarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike da ku tawîzan bide, nexasim ku her du alî dê di demeke nêz de li Cinevê diyalogan bikin."

Her wiha Mereh El-Bîqaî diyar kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçer beşek ji plana demdirêj a Rûsyayê ye ku xebatên siyasî yên Sûriyê kontrol bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi hebûna Amerîka li Sûriyê ew nikare bi rihetî tev bigere. Ji ber wê dixwaze Amerîkayê ji herêmê derxe. Hebûna Amerîka li rojhilatê Firatê û piştgiriya ku ji kurdan re pêşkêş dike yên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin û bi ser ketin, ji bo Rûsya metirsiyeke mezin e.

Rûsya dixwaze Tirkiyê û Îranê jî ji Sûriyê derxe ruxmî ku her du hevalbendên wê ne. Dixwaze bi tenê biryara siyasî ya Sûriyê kontrol bike, welat bi rêve bibe, dest deyne ser xêrûberakatên wê, her wiha dixwaza bi tenê projeyan ku di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyê de pêk bîne. Rûsya naxwaze li Sûriyê hevirkekî wê hebe. Di encam de em dikarin bêjin ku Rûsya vê serhiştiyê û van helwestan nîşan dide, da ku bi tenê Sûriyê bi temamî kontrol bike. Zaîfbûna Beşar Esed rê li pêşiya Rûsyayê vedike ku armancên xwe pêk bîne.

'DI DÎROKA NY`YÊ DE RÛREŞIYEK E'

Xwedî derneketina NY`ê li biryara vekirina deriyê Til Koçer, asta lawazbûna wê nîşan dide ku serî ji berjewendiyên hêzên mezin re daniye û ji armancên xwe yên bingehîn dûr ketiye. Her wiha ji bo rewakirina kontrolkirina hêzên mezin a li ser gelan bûye dik.

Mereh El-Bîqaî NY`yê muxateb girt û got: "Êdî bes e astengkirin. Divê NY'yê karibe mekanîzmeyan peyda bike da ku biryara 2254'an pêk were. Ev biryar di dîroka NY`yê de rûreşiyeke ye. Biryarek ku gelek dewletan, di nav de Rûsya erê kiribû ku tev li şerê li dijî Sûriyê bûye. NY nikare mekanîzmeyan peyda bike da ku vê biryarê pêk bîne. Êdî bes e paşguhkirin. Êdî bes e ku hûn nikarin çareseriyan ji aloziya Sûriyê re peyda bikin."

Mereh El-Bîqaî anî ziman ku herî kêm divê NY fişarê bike ku deriyên sînor werin vekirin da ku alîkarî derbasî herêmê bibin û wiha pê de çû: "Li rojhilat û rojavayê Sûriyê rewşeke tenduristiyê ya awarte heye, pêdiviyên werza zivistanî, madeyên germkirinê û xwarin pêwîst dikin. Ji ber ku dema xwarin di dema pêwîst de bighêje wan ji bo parastina wan ji pandemiyê dibe alîkarî. Her wiha kêmbûna xwarinê dibe sedem ku nexweşî belav bibin. Ji ber vê yekê dive bi lez bikevin tevgerê û tevahî deriyan vekin û alîkariyan di demê pêwîst de bighînin tevahî Sûriyan bêyî cudabûn."

NÛNERA MSD`Ê YA WASHINGTONÊ: DOSYAYA MIROVÎ WEK KAXIZEKE SIYASÎ TÊ BIKARANÎN

/kr/uploads/files/2022/01/08/211916_-.webp

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Washingtonê Sînem Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Wê di rojên bê de civîna Konseya Ewlehiyê li dar keve da ku mekanîzmeya derbasîkirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re werin nîqaşkirin, biryara vekirina deriyê sînor ê Bab El-Hewa bi rêya lihevkirina Rûsya û Amerîkayê pêk hat."

Sînem Mihemed wiha rewşa herêmê nirxand: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizantî heye hejmara koçberan zêde dibin. Her wiha bi deha kompên koçberên û yên malbatên DAIŞ'ê hene. Ji ber van hemûyan divê alîkarî bigihêje herêmê bi taybet ku pandemiya koronayê belav bûye, ceza li Sûriyê hene û ambargo li herêmê hat ferzkirin."

Têkildarî dirêjkirina dema derbaskirina alîkariya bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Hewa, Sînem Mihemed wiha got: "Ev biryar azarên 5 milyon sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Vekirina deriyên sînor ên din xizantî sivik bike."

Sînem Mihemed bikaranîna dosyaya mirovî wek kaxizeke zextê rexne kir û bi domdarî got:" Xuyaye ku deriyên sînor ên mirovî di dosyaya Sûriyê de wek kaxizeke siyasî ya zextê tê bikaranîn. Lew re divê hewcedarî, xizaniya gelê Sûriyê di dosyayên siyasî de neyên bikaranîn.

`EM BANG LI BIRYAREKE RAST DIKIN Û DIVÊ JI XETERIYA KAMP Û GIRTÎGEHÊN DAIŞ`Ê HIŞYAR BIN'

Nûnera MSD`ê ya li Washingtonê Sînem Mihemed bang li civata navneteweyî kir ku careke din deriyê Til Koçer bê vekirin, biryarên rast werin girtin da ku sûriyan ji serma û xizaniyê werin xilaskirin û got: "Divê em xeteriya kamp û navendên girtina DAIŞ`ê ji ber nekin. Xeteriya wan li herêmê berdewam e. "

(şx)

ANHA