Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Helebê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de îşaret bi pêwîstiya zêdekirina çalakiyên hemleyên "Dem dema azadiyê ye" û "Werin cenga azadiyê" û avakirina komîteyên ciwanan ji bo ewlehiya herêmê hate kirin.                    

Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin
Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin
Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin
Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin
Ciwanên Helebê çalakiyên xwe zêde dikin
8 ÇILE, 2022   12:30
HELEB- NISRÎN ŞÊXO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê duh civîna xwe ya salane bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanên Apoyî em ê şerê gel ê şoreşgerî û şoreşa çandî bi ser bixin" li dar xist. Piştre rewşa siyasî û rêxistinî hate nirxandin û rapora salane hate xwendin û plansaziyek ji bo sala nû hate amadekirin.

Civîn li salona civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan nûnerên saziyên sivîl amade bûn.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanan Kawa Îbo nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola ciwanan xwendin.

Ji rêveberên meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hesen Efrîn jî tekezî li ser pêwîstiya tevlêbûna ciwanan di şerê şoreşgerî de kir û got: "Bi rihê ciwanan dê şoreş bi ser bikeve."

Hesen Efrîn wiha dom kir: "Dewleta Tirk bi armanca tunekirina gerîla, gelê Kurd, YPG-YPJ’ê û têkbirina projeya wan a demokratîk ku ne li gorî siyasetên wê ye, êrişî gerîla, gelê Kurd û jinan dike."

Hesen destnîşan kir ku pêwîstiya şoreşê bi ciwanan heye da ku bikarin planên dewleta Tirk têk bibin û diyar kir ku dewleta Tirk dê nekare armanca xwe pêk bîne. Hesen bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêbertî ji bo gelê xwe fedakarî kir û gel ji zilm û zordariyê rizgar kir. Ji ber vê yekê divê em li ser şop û felsefeya Rêbertî bimeşin û destkeftiyên ku bi dest xistine, biparêzin."

Hesen Efrîn wiha lê zêde kir: "Divê di sala 2022'yan de em asta berxwedanê bilind bikin û ji bo her êrişekê amade bin û bi rihê ciwanên şoreşger li hember êriş û siyasetên qirkirinê bisekinin. Dewleta Tirk a dagirker bi taybet ciwanan dike hedef ji ber ku ciwan bingeha civakê ne."

Piştre sînevîzyonek der barê berxwedana gerîla û perspektîfên endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Murad Karayilan hate pêşkêşkirin.

Piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hemrîn Mihemed rapora salane xwend û hate nîqaşkirin.

Biryarên herî girîng ên civîna salane ev in: Zêdekirina çalakiyan di çarçoveya hemleyên "Dem dema azadiyê ye" û "Werin cenga azadiyê" de, avakirina, ji nû ve birêxistinkirina koma çandê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, avakirina komên hunerî û dewreyên perwerdekirina wan, birêxistinkirin û xurtkirina koma werzîşê, avakirina komîteyên ciwanan li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(dx)

ANHA